Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+1 deng
142
Di beşa Pirtûk de (27.4k nirx)
Kitêba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan çi ye?

1 bersiv

0 deng
(7.5k nirx)
Pirtuka windabûyî ya Dîroka Kurdistanê ya demekê ya Mele Mehmûdê Bazîdî ye.
Pirtuk hetanî neha nehatiye dîtin.
Bi xêra A.Jaba tê zanîn pirtukeke wisan di sala 1857 ê de ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatiye nivîsîn.
Mele Mehmûd pêşgotineka berfireh û naveroka vê pirtukê nivîsiye û raveyî gelek kesan kiriye da hizrê wan bigre.
Alexandere Jaba ev wergêr û naverok wergerandiye Fransî. Pêşgotina Mele Mehmûd ji 50 rûpelê a4 pêk tê.
A. Jaba ev pêşgotin raveyî Akademiya Zanistî ya Petersburgê kiriye da zana û rojhilatnasên Rûs şirive bikin.

Pirtuk ji 11 beşan pêk hatiye û ev beş li ser mîrekiyên Kurdan hatine nivîsîn.
Naveroka pirtûkê weha hatiye nivîsîn;

Fîhrist (Naverok)
Beşa Yekê; Bûyerên ji sala 1785 an heta sala 1857 an yên li wilayeta Erziromê qewimîne.
Beşa duduyan: Bûyerên li êrdêma Rojkî, ku bajarên wê yên serekî Bedlîs û Mûşin.
Beşa Sisêyan: Bûyerên êrdêma Mehmûdî, ku jêre Mehemedan dibêjin û bajarê wê yê sereke Xoşeb e.
Beşa çaran: Bi kurtî bûyerên li welayeta Wanê qewimîne.
Beşa pêncan: Bi kurtî bûyerên li Hekarê qewimîne.
Beşa şeşan: Bûyerên li Rewandizê qewimîne.
Beşa heftan: Bûyerên Behdînan, ku bajarê wê yê sereke Amêdê ye.
Beşa heştan: Bûyerên li Botan qewimîne, ku bajarê wê yê sereke Cizîr e.
Beşa nehan: Bûyerên êrdêma Silîvan, ku bajarê wê yê sereke Bazîd e.
Beşa dehan: Bûyerên Qersê û dagirtina wê bi destê Rûsan.
Beşa Yazdehan: Bûyerên Azerbaycanê û her weha yên Xoyê,Tebrîzê, Yêrîvanê, Ûrmê, Meraxê û Makûyê qewimîne.

Çavkanî : Camieya  Risaleyan û Hikayetên bi zimanê Kurmancî Mele Mehmûdê Bazîdî dazanînên destpêkê yê amadekar Ziya Avci.
...