Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
0 deng
137
Di beşa Derûnnasî (Pisikologie) de (26.7k nirx)
Peyamên Subliminal "Subliminal Messages" çi ye?
ciye

1 bersiv

0 deng
(7.2k nirx)
rastkir
Subliminal tê wateya jêrhiş, an kû hizra kur ya mirovî.
Peyama Subliminal, ji bo wan tişt, nişan û derbirînên veşartî yên nava tiştê tê pêşkeşkirin re tê gotin.
Wisan tê hizirandin ku wê kêliyê ji aliyê guhdar an temaşevan ve nayê dîtin lê belê di jêr hişê wî de bi cih dibe.
Bi taybet di karê reklam û propagandayê de ev şêwazê peyamdanê tête bikaranîn.

Bi taybet di reklam û filîman de gelek tê bikaranîn. Rengekî pêşbirk an ku tekoşîna aborî û çandî ye. Bi renga û bi remza tiştên dixwazin bêne reşkirin di karakter an ku kesayetên nava wê reklam an ji filîmî de têne bicihkirin.

Hetanî neha herî pir di filmên zaroka yên "walt disnay" de peyamên Subliminal hatine dîtin û wekî rûdanên seyr û awarte ketine rojevê de.

Di van filman de bêhtir mijara rigezî û peywendiyên rigezî û amuratên rigezî hatine bicehkirin. Ev nîşanên li ser seksê bi rengekî veşartî di van filman de hatine bicehkirin.

Tê gotin ku hetanî bi nîşanên satanistî (Şeytanperest) û rêxistina veşartî Iluminate jî di van filman de hatine bicehkirin.
...