Hûn bixêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir, bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir belav bikin.
+1 deng
104
Di beşa Dîrok de (3.6k nirx)
rastkir

1 bersiv

0 deng
(13.8k nirx)
Tevgera di sala 1986 de ji aliyê pergala Seddam Husên ve hate dest pê kirin, ji aliyê Alî Hasan El-Mecîd ve hatiye rêvebirin û wekî hedef gelheya kurd (şervan û şarwer) hatiye girtin e.Tevger li başûrê Kurdistanê ji aliyê artêşa Iraqê ve 4 salan hate rêvebirin.Li hember kurdan hin komên din (mîna siryan,tirkman) jî hatine kuştin.Tevgerê navê xwe ji sureyek Kur'anê standiye.Wekî rêzetevgerekê di xwe de bombebaran, tevgerên bejahî, wêrankirina komelgehan (şewitandin û xerakirina gund, bajarok û şarên Kurdistanê), çekên kimyewî, komên darvekirinê, koçberiyên neçarî... dihundirîne. Di encama tevgerê de 180.000 kes(hejmara pêşmergeyan nahundirîne; bitenê şarwer) hatin kuştin.Ji aliyê saziyên navneteweyîd ve wekî nîjadkujiya kurdî tê naskirin ku sedema vê yekê hedefgirtina êrdnîgariya kurdan û kuştina kesên şarwer (tevî zarokan) e.Komkujiya Helebceyê jî yek ji encamên vê tevgerê ye.Ji ber ku li hemberî kurdan çekên kîmyewî (ku ji aliyê sazî û peymanên navneteweyî ve hatiye qedexekirin) hatine bikaranîn, navê pêşewayê tevgerê wekî "Eliyê kîmyewî" hatiye bîranîn.Gelek kurd ji bajarên xwe koçberî bajarên rojhilatê Kurdistanê, bakurê Kurdistanê û hin welatên din (bi taybet ên Ewropayê) bûne.
...