Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Êzdî Kê Ne ?

+1 deng
21
17 Adar 2016 Di beşa Ol û Bawerî de Xortê Kurdistanî (1,780 nirx) pirsî
20 Adar 2016 Hossein Baladeh (1,370 nirx) şirove kir
"Kê ne" şaş e, divê bibêjî "kî ne".
"Kê" avaya tewandiya "kî" ye û li vir "kî" nayê tewandin û her wek xwe tê nivîsandin.

1 bersiv

0 deng
20 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
Beriya Zerdeştiyê ola kurdan Yezdanperestî bû.Piştî Zerdeşt felsefeyek nû anît Kurdistanê hin kurda ev ol berdan û tevlî ola Zerdeştîtiyê bûn.Piştî hezaran sala ev baweriya kurdan bi pirbûn û belavbûna kurdan ve dabeş bû.Û ji piştî ev parçebûnê 3 olên nû lê li ser heman bingehê damezriyan.Yek Yaresanîtî ye, yek Elewîtî ye(hin kes wê wekî mezheba Îslamê dinasîne; ev ji binî ve derew e) û ya din jî Êzîdîtî ye.Êzîdîtî ne wekî gotina gelek kesan di sedsala 15. de damezriyaye.Ev ol ji aliyê bingehîn ve ji Îslam,Xrîstiyantiyê... kevntir e.Di gelek baweriyên kurdan ên kevnar de tê dîtin ku piştî derbasbûna hin heyaman cardin Xweda (di termê mirov de) yan jî hin nûker têne û hin rêzikên olê li gorî serdemê nû dike da ku  mirovên bawermend hêsantir perestîşê û tiştên din ên olî bikin.Şêx Adî jî ku nivîkarê Kîtab-ul Cîlwe ye ne damezrîner, nûkerekî Êzîdîtiyê ye.Li Geliyê Bekaayê mezin bûye lê ne ereb e; bi eslê xwe ji Colemêrgê ye û kurd e.Êzîdî wekî mezhebek Îslamê ya averê û êzîdî jî wekî erebên kurdbûyî têne pênasekirin lê ev jî bêbingeh û derew in.Li gorî baweriya kurdên êzîdî dê pirsên li roja pişdawiyê bi kurdî bêne pirsîn.Perestîşên xwe bi kurdî dikin.Li gorî baweriya wan kesekî /e êzîdî nikare bi kesekî/e ne êzîdî bizewice ji ber vê rêzika dêrîn ji êzîdiyan re "kurdên resen" jî tê gotin.Bi qasî hatiye tomarkirin 74 caran komkujî li wan hatiye kirin lê îro jî hêj xelas nebûne.Cihê heca wan Perestgeha Laleşê ya li Newala Laleşê ya parêzgeha Dihokê ye û di mîtolojiya kurdî de ev der cihê meyendina cîhanê lewra ya Kurdistanê ye jî.Bi taybet li başûr, rojava û bakurê Kurdistanê dijîn.Bi gelheyên mezin li welatên Ermenistan, Gurcistan, Rûsya, Almanya û Swêdê jî dijîn...
...