Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Amed kudere?

0 deng
23
16 Adar 2016 Di beşa Şûn û War de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Amed kudere? Kîdere? Li kû ye?
Amed, diyarbekir, diyarbakir,

1 bersiv

0 deng
20 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
Amed; yek ji parêzgehên bakurê Kurdistanê ye.Di heman demê de "bajarê mezin" e û yek ji serekbajarên (metropol) Kurdistanê ye.17 navçeyên wê hene.Gelheya wê li gorî daneyên sala 2014ê gelheya wê 1.635.000+ kes e. Nêzî tevahiya gelheya bajêr kurdên kirmanc(zaza) û kurdên kurmanc ve pêk tê. Rûbera bajêr 15.272 km2 û berbelavî 107/km2 e.Bilindahiya bajêr 660 m ye.Ji başûr bi parêzgehên Mêrdîn û Riha, ji rojava bi parêzgehên Semsûr û Meletî, ji bakur bi parêzgehên Mûş û Xarpêt, ji rojhilat bi parêzgehên Çewlig û Êlihê ku hemû yên bakurê Kurdistanê ne, cîran e.
Ji aliyê dîroka kurdan navendek gelekî girîng e.Li gorî hin vezaniyan temenê wê 9.000 sal e. Beriya koçberiya neçarî li Amedê gelheyek ermen jî dijiya lê piştî koçberiyê hejmarek pir hindik ma.Bajêr ji aliyê kanên zirinc(Pb), sifir(Cu), hesin(Fe), tûtya(Zn),fosfat(P), barît(Ba), manganez(Mn),mîka (Mic), rejîber (rejiya kevirî), Xavedaringên çîmentoyê, acûr, krom (Cr), mermer... ve gelekî dewlemend e...
...