Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Kurdistana Sor Ku Dere ?

+1 deng
15
16 Adar 2016 Di beşa Şûn û War de Xortê Kurdistanî (1,780 nirx) pirsî
Çima bi vî navî hatiye navkirin. Li ku derê ye û rewşa wê ye niha çawa ye ?

1 bersiv

0 deng
5 Nîsan 2016 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da
Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Hêjarê Şamil li ser Kurdistana Sor weha dibêje;
"Navê wê deverê ye ku di sala 1923 û 1929 an de jêre "Herêma Kurdistan jêre dihate gotin. Piştî sala 1930 wekî navçe hate parçekirin. Di nav erda Kurdistana Sor de navçeyên Laçîn, Kubatli, Kelbeçer û Zengilan hebûn. Di naverasta sala 1990 î de ji aliyê Ermenistanê ve hate dagirkirin. Hemî Kurd û Azeriyên deverê mişextî bûn. Li gorî hejmartinên sala 1926 ê yê Komara Azerbaycanê nişteciyên vira sedi 70 ê Kurd bûn. Li Kelbeçer û Laçînê jî xelkên deverê sedî 99 Kurd bûn. Hejmara tirkên li van herdû navçeyan 180 kes bû. Hetanî bi dagirkeriya Ermeniyan hejmara nişteciyên vê herêmê 200 hezar kes bû."

Destpêka Meha Nîsana 2016 ê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de şerekî nû destpê kir.
...