Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Elektrik an ku hêza bruska di nava laş de çi ye?

+1 deng
30
15 Adar 2016 Di beşa Tendirustî de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Elektrika laşê mirov çi ye? Û çima pir elektrik di laşê mirov de berhev dibe û rêkên valakirina vê elektrike çi ne?

1 bersiv

0 deng
15 Adar 2016 Agirî Soran (5,440 nirx) bersiv da
Laşê mirov mekîneya herî pêşketî ye ya bi elektrik an ku biruskê kar dike.
Laşê mirov bi hemî taypetmendî û karê xwe bi elektrikê ye. Hemî tevgerên mirov, kiryarên mirov, hetanî di dema razanê de jî laşê mirov hêzeke bruskê ya mezin bikar tîne.
Karkirina bi hêza elektrikê ya laşê mirov hîna di tu amêrên mirovan çêkirî de tune ye.

Laşê mirov biqasî karkirina elektrîkê ewqas jî xwedan wezneke wisaye dikare vê hêza elekrîkê di bin çavdêriyê de bigre. Hetanî neha amûreka di warê heza di afirênê û gelek taybetmendiyên dîtir de ji Aliyê mirov ve nehatiye çêkirin. Zanyarê cîhanê bi taybet li ser elektrika laşê mirov radiwestin. Elektrika nava zîndana weki "Bioelektrik" tê binavkirin.

Başe elektrika zêde û metirsî ji ku derdikeve.?

Sedema yekem ya elektrîka zêde ya laş qutbûna mirov ji erdê ye. Mirov her ji erdê dur bikeve ewqas elektrikê di nava xwe de kom dike. Bêguman sedem ne tenê eve. Wekî dîtir bikaranîna pir ya amêrên elektronîk wekî telefon, pc, tv û wekî wan dihele mirov rastî pêlên elektrîkê were.
Li gel vê yekê bikaranîna kinc û solên naylonî jî nehêle elektrîka nava mirov derbikeve.

Xisara vê yekê li ser laş û cendekê mirovî heye. Elektrîka zêde dihêle mirov zû biweste, bêzar bibe, bi qermiçe û zû kal bibe. Jiber elektrika zêde xisareka mezin dide zîndariya laş.

Çareya elektrîka zêde heye.
Çareya yekem û herî giring ewe ku mirov peywendiya  xwe li gel axê çêbike. Pêwîstî bi demeke dirêj nake lê divê mirov lingê xwe bighîne axê. Dema laş geha axê, ax elektrîka nava mirovî dikşîne.
Derveyî vêya mirov divê evara serê xwe bişoyê û di nava rojê de jî gelek caran destê xwe bişoyè. Av jî elektrika nava mirov diksîne.
...