Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Reng çi ye?

+1 deng
22
9 Adar 2016 Di beşa Derûnnasî (Pisikologie) de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Reng çi ye? Ciye
Di jiyana mirovî de reng

1 bersiv

0 deng
9 Adar 2016 Agirî Soran (5,440 nirx) bersiv da
14 Adar 2016 Agirî Soran rastkir
Reng cara yekem di sala 1666 ê de ji Aliyê Sir Isaac Newton ve bi rengekî zanistî hatiye zanîn û Newton aşkere keriye ku reng ji ronahiyê çêdibe.
Hetanî hingî hizir û baweriya mirovan li ser wê yekê bû ku reng girêdayî tiştan bi xwe ye. Lê Newton azmûnek pêk anî û di nava lewheyeke camî de ronahî da aliyê dî. Di encam de 6 reng derketin holê.
Sor
Pirteqalî
Zer
Kesk
Şîn
Mor
Lê Newton ji ber hel û mercên serdema xwe ne karî aşkere bike ku 6 reng peyda kirine lê got ku wiya 7 reng peyda kirine û rengê 7. Jî Indîgo bûye(Rengekî şîn)

Di serdema Newton de, Desthilat û baweriya Dêrê ew hizir di sepand ku hejmara pîroz 7 e. Ji ber rojen heftiyê 7 in, 7 Huner hene û xalên muzîkê 7 in.
Newton jiber vê yekê da zanîn ku wiya 7 reng dîtine. Wî bi xwe jî bi piroziya hejmara 7 ê bawer kiriye an jî ne kariye hejmara 6 ê biparêze jiber 6 jî wekî şeytan û hejmara seytên dihate dîtin.

Lê di serdema me ya iroyîn de jî li gorî lekolînan hejmarê rengên Newton 6 in.

Bi xêra Newton êdî cîhan û mirov pê dizanin reng di tiştan de nine lê encama ronahiyê reng birêk dikevin û xuyan dikin.
 Piştî Newton, Goethe jî li ser karigeriya rengan li ser derûnê mirov berhemek çap kir bi navê "Theory of Color- Teoriya Rengan".

Îro biqasî tê zanîn çavê mirov bi qasî 10 pixelan rengên cuda dikare bibîne.
...