Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Seyran Xatun çi ye?

0 deng
43
9 Adar 2016 Di beşa Pirtûk de zagros rihayî (480 nirx) pirsî

1 bersiv

0 deng
9 Adar 2016 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
Di wêjeya Kurdî de evîna di navbera du canan de herdem bûye mînaka parçebûn û bêbextiya bi serê welatê Kurdan de hatiye. Yan jî qedera Kurdistanê ji aliyê evîndarên Kurd ve hatiye parvekirin. Bi bindestbûn û parçebûna Kurdistanê re êdî xewn û xeyalên keç û xortên Kurdan, dilevînî û hezkirinên wan jî bindest û parçe parçe dibin. Ji ber ku netew nagîhêje armanca xwe, evîndar jî ji gîhiştina armancê dûr dimînin, bêpar dimînin.
Di dîroka Kurdan de her xayintî û neyartî li pêşiya azadiya Kurdistanê bûye kelem û nehîştiye ev welat rojeke şahî azadî jiyan bike. Her wiha di her evîndariyeke Kurd de jî Bekoyek, an Îskanek heye ku ketiye navbera evîndaran û ew ji hev dûr xistine, nehîştiye bigîhêjin mirada dilê xwe.
Nivîskarê rêzdar Zagros Rihayi di pirtûka xwe ya bi navê Seyran Xatûn û Eliyê Mamed de careke din vê dîroka bi jan û evîneke dilşewat wekî trajediya gelê Kurd di bin desthilatdariya dema Osmaniyan de radixîne ber çavan. Serpêhatiyeke evîndarî ji vegotina devikî, bi wêjeyeke nexşandî derbasî vegotina nivîskî dike û dixe xurçika xezîneya wêjeya Kurdî.
Di vegotinê de, Seyran Xatûn û Eliyê Memed du ciwanên spehî yên dil dikevin hev in. Ji sedema feqîrbûna Eliyê Memed, li ser daxwaza Seyran Xatûn pêwîst dimîne ku hev birevînin û li qonaxa Îskan beg mêvan dibin. Îskan Beg nûnertiya kesayeta xerab a di nava qirêja dîrokê de dike. Di pirtûka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de weynê Bekoyê Awan dileyize, di vir de bi awayekî trajîktir Îskan Beg hildigre ser xwe. Ji sedema çav berdide Seyran Xatûn dikeve xwîna Eliyê Memed û cîhana her du ciwanan li wana tarî dike.
Qorqasim birayê Seyran Xatûn karakterê nûnertiya merditî û qahremantiya Kurd dike. Wê biçe qonaxa Îskan Beg û tola Eliyê Mamed hilîne. Lê çi fêde!
Belê, ji her awahî ve pirtûkeke delal a mirov dibe demên kevin ên Kurdistanê û di nava rûpelên dîrokê de bi awayekî dilşewat û trajîk digerîne. Mirov di vê gerê de bi kesayetên Kurd ên di dîrokê de bi qencî û xerabî hatine ser ziman le careke din tê rû bi rû û li derdora xwe dinêre ku hîn pêwîstî bi Qorqasiman û bi kuştina Îskan Began heye. Lê mirov ji xwe re difikire û dibêje ji bo trajediyên wiha bi dawî bibin êdî bila Seyran Xatûn bigîhêjin Eliyê Mamedan, bila Kurdistan bigîhêje miradê xwe.
Ji bo ku di vê pirtûkê de rûpeleke trajîk ji dîroka gelê Kurd bi awayeke wêjeyî radixîne ber çavan em ji nivîskar Zagros Rihayi re spasiyên xwe dikin û berdewamiya berhemên wî hêvî dikin.

Hasan Denîz
...