Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Mihemed Şêxo kî ye?

0 deng
42
9 Adar 2016 Di beşa Navdar de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Mihemed Şêxo kî ye? Kiye?

1 bersiv

0 deng
9 Adar 2016 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
Hunermendê kurd ê navdar Mihemed Şêxo di sala 1948’an de li başûrê rojavayê welêt, li gundê Gîrbanîna Qamişloyê tê dinê. Navê wî yê rastî Mihemed Salih Şêxmûs e. Di zarokatiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê Xecokê bi cîh dibe. Li vir mirêbetiyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Di sala 1959´an de dest bi xwendinê dike, lê sê sal şunda dest ji mektebê ber didê. Di salên xwe yê mektebê da Mihemed Şêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û di sala 1969’an de dest bi dengbêjîtiyê dike. Ew salên xwe yên di navbera 1969 û 1972’yan li Lubnanê ji bo xizmeta hunerê xerc dike û li Bêrûtê du sal dersên muzîkê distînê. Di sala 1972’an de bi hinek hevalên xwe re bi navê Koma Serkeftin komek mûzîkê saz dike. Mihemed Şêxo 1973’an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wir mîna hozan û şervanan kar dike, têkiliyê xwe bihunermendê kurdên ên din re saz dike. Paşê diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê Ay Gewrê derdixe. Lê li wir dewleta Sûriyê Mihemed Şêxo rihêt nehêlê û gelek caran tê binçavkirin. Ser wê yekê carek din berê xwe da Îraqê û di nav refên pêşmergeyan de cîhê xwe digre. Bi têkçûna serhildana Başûr re ew derbasî Rojhilat dibe û li wir kasetekê tomar dike. Li Rojhilatê Kurdistanê ji bilî karê xweyê muzîkê çend sala mamostetiyê jî dike. Demek şunda rejîma Îran ê jî Şêxo wek dijberê rejimê dihesibîne û derheqê wî da biryara binçavkirinê digre. Ji ber wê yekê Mihemed Şêxo piştî 11 salan carek din berê xwe didê Sûriyê û li wir bi hezkirineke mezin tê pêşwazîkirin. Dewleta Sûriyê ji têkiliya Mihemed Şêxo û gelê kurd aciz dibe û wî digrê, davêjê zindanê. Lê ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê herî baş li heps û zindanan de dibêje û di kilam û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi hunermendîyek bilind tîne ziman. Hunermend di sala 1983’yan de vedigere Qamişloyê û heta sala 1988’an de gelek berheman diafirîne.

Mihemed Şêxo di 9’ê adara 1989’an de çû ser heqiya xwe. Li Qamişlokê ji aliyê 70.000 kesî bêr bi rêwîtiya xwe ya dawî hat rêkirin.

 

 

Bandora Mihemed Sêxo li ser muzîka kurdî

 

Mihemed Sêxo bi stran, stîl û awazên xwe kartêkirineke mezin li muzîka kurdî kir û gelek stranên wî ji aliyê gelek stranbêjên kurd hatin şîrovekirin û gotin. Bi deng û awazên xwe, kilam û stranên xwe jiyan û hunera gelê kurd dewlemend kir. Mihemed Şêxo bi giştî kasêt amade kirin û pêşkeşî gelê kurd kir. Berhemên wî li hemû parçeyên Kurdistanê hatin belavkirin. Mihemed Şêxo ku yek ji strana wî ya herî bi nav û deng Ay lê Gulê ye, gelek stranên din yên nas û hezkirî bi deng û awazê xwe xist guh û devê guhdaran. Piştî mirina hunermendê mezin, kasetên wî li gelek cihan ji nû ve hatin derxistin û bi vî awayî bêmiriniya wî xwe nîşan da.

 

Berhem

 

Ay Gewrê

Cana min/Sînem

Koçê Me Barkir

Gulîzar

Ey Felek/Kewê

Ême

Dil Perîşanım

Nesrîn

Ay Lê Gulê

Nalinêk

 

Çend gotinên Konê Reş li ser Mihemed Şêxo

Mihemed Şêxo; mirovekî wek me tevan bû. Lê di warê deng û mûzîkê de, mirovekî ji me cuda bû; Mirovekî bi bûyerên gelê xwe ve girêdayî bû, qet hayê wî ji malê dinyê tune bû. Wî tev temenê xwe di ber bîr û baweriyên xwe de xerckirin, bê ku hayê wî ji dîrokê jî hebe, an li cihekî ji navê xwe re di nav rûpelên dîrokê de bigere..
Wek guhdarekî stranên wî, ez jî, yek ji dost û evîndarên guhdariya stranên wî me. Ew stranên ku li ser zilana sê bingehan dizîvire; Deng, awaz û gotin. Mihemed Şêxo bi zanebûn, ev hersê bingeh bi mûzîkê, li gor gewriya xwe û bi gotinan, li gor êş û janên gelê xwe dibijartin, bi hevre dihûnan û di nav gel de belav dikir. Guhdarên wî jî, bi sehkirina stranên wî re, di nav pêlên jiyaneke tijî kul, xem, kef û şahî de dûr diçin û rehet dibin.. Ji ber ku stranên wî akam û bandoreke mezin di his, hest û derûna mirovê kurd de dihêle, wî ji qurm ve dihejîne û bi rex du tiştan ve dehif dide; Welat û evînê.
Qamişlo, 09.03.2014
...