Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Rojava çi ye?

+2 deng
77
3 Sibat 2016 Di beşa Şûn û War de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Rojava çi ye?
Rojava çiye?

2 Bersiv

+1 deng
24 Sibat 2016 علي مسوري (520 nirx) bersiv da
25 Sibat 2016 Hertişt hilbijart
 
Bersiva herî baş

Erdnîgarî û çavkaniyên aborî

NAVENDA NÛÇEYAN  – Rojava yek ji wargehên ku pêşengiya gelek destpêkan kiriye û şaristanî ava kirine ye. Ev xaka dewlemend, piştî demeke dirêj ji paşdehiştin û talankirinê, îro dîsa malovaniya pêşengiyên nû û çareseriya pirsgirêkan dike. Em jî çîroka vê xaka biçûk, lê bandora wê gelekî mezin, parve dikin.

Perçeyê herî biçûk ê Kurdistanê, ango Rojava di roja îroyîn de rojeva sereke ya cîhanê ye. Li ser  vê erdnîgariya biçûk, niha cîhan hesaban dike. “Rojava ya ku tu kesan nas jî nedikir, li ser nexşeyan cihê wê jî nedihat zanîn, çawa bû ku îro berê hemû cîhanê li wê ye? Erdnîgariyek çawa ye, kîjan nasname li ser jiyan dikin, dewlemendiyên wê  çine, cihê wê yê di qada siyasî de çiye, polîtîkayên ku li ser hatine meşandin çine, xwecihên wê têkoşînek çawa meşandiye û çawa gihîştiye roja îro?” Bêguman ev hemû mijarên girîng ku hem cîhan meraq dike, hem jî dîroknas, siyasetmedar, lêkolîner li ser mijul dibin.

Ji ber girîngiya mijarê ku hîn bi hemû germahiya xwe didome, me jî li ser Rojava dosyayek amade kir.

Erdnîgariya Mezopotamyayê ji ber cihê xwe yê stratjîk û dewlemendiyên xwe yên ser erd û bin erd her tim bûye hedefa zordaran. Ji bo vê jî hemû rê û rêbazên qirêj, hatine bikaranîn û komkujî, talan, wêranî, penaberî kêm nebûye. Vê xaka pîroz ji mirovahiyê re derguşî kiriye, her wiha ziman, çand, ol, reng û deng li vir destpê kirine. Lê ev xaknîgariya ku pêşengiya hemû destpêkan kiriye, ango bûye derguşa mirovahiyê, niha nasname, çand, zimanên wê hatine qedexekirin. Xwecihên wê wekî welatî nehatine qebûlkirin û di qirkirinan re hatine derbeskirin.

Li vê erdnîgariyê her neteweyê çîrokek xwe heye û têkoşîn qet kêm nebûye, lê di roja îroyîn de yên ku herî zêde ketine rojeva cîhanê û niha pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin kurd in. Lewma me jî giranî da rewşa kurdan.

Xaknîgarî û rûpîvan

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, di 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan de bi Peymana Lozanê Kurdistan di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyeyê de hate perçe kirin. Rojavayê Kurdistanê wekî perçeyê herî biçûk di bin dagirkeriya Suriyeyê de man. Lê dagirkeran xwe li vê jî negirtiye û erdnîgariya Rojava wekî Efrîn, Kobanê û Cizîrê kirine 3 perçe û sînor xistine nava wan. Yanî heta ji ji herêma Cizîrê diçin Efrînê 2 caran sînor tên derbaskirin. Sînorê Bakûr û Rojava jî wekî xeta tirênê ya ku Almanan dixwest ji Berlîn bibin Bexdayê hate qebûlkirin. Ji ber vê yekê Rojava wekî Binxet jî tê binavkirin.

 

Rojava ji Dêrika Hemko heta Efrînê wekî xetekê dirêj dibe. Li rojhilatê wê navçeya Zaxo ya Duhokê û navçeya Şangal a Musilê, li bakûr bi rêzê navçeyên Cizîr, Nisêbîn, Qoser, Serêkaniyê, Kaniya Xezalan (Akçakale), Pirsûs, Kilîs ên Bakûrê Kurdistanê, li rojavayê wê jî bajarê Hatay ê Tirkiyeyê heye. Li başûrê Rojava jî ji rojhilat ber bi rojava ve bi rêzê bajarên Dêra Zor, Reqa, Heleb û Idlıb ên Suriyeyê hene.

Erdnîgariya Rojavayê Kurdistanê ji bakûr ber bi başûr ve di navbera 40 û 80 km de diguhere. Kûrahiya herê zîde ya ber bi başûr ve li Kantona Cizîrê, ya herî kêm jî li Kantona Kobanêye. Ji rojhilat ber bi rojava ve jî, ango ji Dêrikê heta Efrînê 900 km ye. Rûpîvana Rojava  derdora 40 hezar km2 ye.

Wargeh

Li Rojava wargehên herî kevin cihên dîrokî yên Efrînê, Til Helef a girêdayî Serêkaniyê,  Orkêş a girêdayî Amûdê û Endîwer a giredayî Dêrikê ye. Di rewşa niha de Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê wekî bajarên Herêma Cizîrê tên zanîn. Girêdayî Girkê Legê bajarokên Çilaxa û Til Koçer, girêdayî Qamişlo, bajarokên Til Berek û Til Hemîs, girêdayî Dirbêsiyê bajaroka Zirgan, girêdayî Serêkaniyê Til Helef, Siluk û Mebrûka, girêdayî Hesekê jî bajaroka Hol heye.

   

Li Kantona Kobanê jî, ji bilî navenda Kobanê, navçeya Girê Sipî, bajarokên Eyn Îsa, Sirrîn û Şiyox (Şêxler) hene.

  

Li Efrînê, naçeyên Bilbil, Şêrawa, Şera, Raco, Cindirêsê, Şiyê û Mabeta hene.

 

Heta beriya pêvajoya şoreşê, li gorî sîstema Baas tenê Hesekê wekî parêzgeh hatiye qebûlkirin, lê tu wargehek din a Rojava wekî bajar nehatiye qebûlkirin.  Li Herêma Cizîrê Qamişlo, Dêrikê û Serêkaniyê wekî navçe, yên din jî wekî bajarok bi ser Hesekê ve hatibûn girêdan.

Kobanê û Efrînê jî wekî navçeyên girêdayî Helebê dihatin birêvebirin, lê beşek ji Kobanê ku Girê Sipî jî di nav de ye, girêdayî Reqayê bû.

 

0 deng
24 Sibat 2016 علي مسوري (520 nirx) bersiv da

Deşt, çiya û avên wê

Herêma Cizîrê

Ji herêma Cizîrê heta Kobanê hema bêje tevahiya Rojava deşt e. Li herêma Cizîrê newalên Xenzîra, Reed, Rimêlê, Rimêlan, Ebas, Cirihê, Firat, Iwêc û Zirgan tên zanîn. Her wiha li Dêrikê Çiyayê Qereçox û li başûrê herêmê jî Çiyayê Kizwanan heye. Çiyayê Kizwanan ku 80 km dirêj û nêzî 15 km jî fireh e, di heman demê de wekî sînorê başûr ê herêmê tê zanîn.
 Dîsa li başûr rojhilatê Cizîrê Gola Xatuniyê ango Gola Simoqya ku di çîrok û stranên kurdî de gelekî cîh digire heye.

 

Di dema xwe de Cizîr bi ava xwe jî gelekî dewlemend bû. Avên wê yên herî zêde tên zanîn jî Çemê Xabûrê ku ji Serêkaniyê diçe Hesekê ye. Her wila bajarê Serêkaniyê jî wekî ji navê xwe jî tê zanîn, hemû kaniyên avê bûn. Di nava bajarê Qamişlo de jî Çemê Ceqceq ku ji Nisêbînê tê derbas dibe. Her wiha Girkê Legê di dema berê de wekî cihekî bi av dihat zanîn û wargeha gelek cureyên teyran bûye. Lewma navê wê jî kirine Girkê Legê. Lê di encama polîtîkayên dewletên Suriye û Tirkiyeyê, her wiha nezanîna bikaranîna avê de, gelek ji van çavkaniyên avê niha zuwa bûne.

Çemê Dîcleyê jî li aliyê Dêrikê qasî 50 km di nava axa Rojava de derbas dibe û wekî sînorê Rojava û Başûrê Kurdistanê xetekê çêdike.

  

Herêma Kobanê

Li herêma Kobanê Girê Miştenûr ê herî binav û deng e. Li başûrê wê jî girê Qereberkel heye. Çemê Firatê jî ji rojavayê Kobanê heta Reqayê wekî xeteke sînor dirêj dibe. Li Girê Sipî jî çemê Belîx û ava Eyn Erus ku wekî rawestgeha Hz. Îbrahîm jî tê zanîn, heye.

  

Herêma Efrînê

Herêma Efrînê berevajî Koban û Cizîrê zêdetirîn herêmek çiyayî ye. Beşek ji rêzeçiyayên Torosan li vê herêmê ye. Yek ji çiyayên binav û deng jî silsileya çiyayên Hawarê ye. Aliyekî çiyayên Hawar li navçeya Reco, aliyê din li navçeya Bilbilê ye. Lutkeya herî bilind a van çiyayan ku 1269 metre ye, li navçeya Bilbilê ye û navê Zoyê Gir (Dugir) lê hatiye kirin. Li navçeya Şêrawa jî Çiyayê Lêlûn cîh digire.

Çemê Efrînê û çemê Reş avê herêmê yên tê zanîn in. Çemê Reş ji bakur ber bi başûrê Katonê ve wekî sînorê Rojava û Tirkiyeyê dirêj dibe.

  

Çavkaniyên aborî

Çavkaniyên sereke yên aboriya Rojava neft û berhemên çandiniyê (genim, pembo, nîsk, ceh, zeytun û hwd.) ne. Neft ji sedî 90 li herêma Cizîrê tê derxistin. Rêjeya nefta ku li tevahiya Suriyeyê tê derxistin ji sedî 60 li Rojava ye. Li herêmê 1300 bîrên nefte û 25 jî bîrên gaza xwezayî hene. Lê ji ber aloziya li Suriyeyê piraniya van biran niha naxebitin. Li gorî pisporan ger ku hemû bîrên neftê bêne bikaranîn, dê rojane nêzî 170 hezar bermîl (Varîl) neft bê derxistin û ev jî têrî hemû herêmê dike.

 

Dîsa berhemên wekî genim, pembo, ceh û nîsk jî piranî li Cizîrê û Kobanê tên bidestxistin. Li Cizîrê rûpîvana erdê ku tenê çandiniya genim a bi avê tê kirin, nêzî 500 hezar hektar e. Li gorî daneyên ku heta niha hatine derxistin, pêdiviya genim, pembo û nîsk ya Rojava û Suriyeyê piranî ji Cizîrê tê pêşwazîkirin.

 

Li Kantona Efrînê jî berhema sereke zeytun û berhemên wê ne. Li gorî lêkolînên ku beriya niha hatine çêkirin, li tevahiya Suriye û Rojava bi giştî 70 milyon darên zeytûnê hene. Ji vana jî 20 milyon li herêma Efrînê ne. Ev jê tê wateya ku ji sedî 20’ê zeytunan li Efrînê ne. Her wiha li Kobanê jî di demên dawî de darên zeytûnê têne çandin.  Li Efrînê her wiha kêm be jî berhemên narenciye yên wekî hinar, pirteqal û lîmon hene.

 

Ji bilî van çavkaniyan sewalvanî jî wekî deriyekê debarê dikare bê nîşandan. Bi taybetî li herêma Cizîrê û Kobanê sewalvanî jî derdikeve pêş.

...