Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Tahir Elçi kî ye? Kiye?

0 deng
52
28 Sermawêz 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,360 nirx) pirsî
27 Sermawêz 2016 Hertişt rastkir
Tahir elçi, elçî kiye? Kiye?

1 bersiv

0 deng
28 Sermawêz 2015 Hertişt (24,360 nirx) bersiv da
Tahir Elçî parêzer û çalekvanekî Kurde.

Di sala 1966 ê de li Şirnexê hatiye dinê. Xwendina xwe ya seretayî li cizîrê bidawî aniye. Di sala 1991 ê de Fakulteya Dicle ya Dadê bidawî aniye. Di sala 92 yê de wekî parêzerekî serbest kar kiriye. Di navbera 98 û 2006 ê de di rêvebiriya baroya Amedê de cih girtiye. Di sala 2012 ê  de wekî serokê Baroya Amedê hate hilbijartin.

Roja 14 ê cotmeha 2015 ê di bernameyeke CNN Türk de got: "PKK ne teroriste" bo vê yekê dijî wî doz hate vekirin û 20 ê mihê hate girtin. Dîse hate berdan û doz berdewam dikir.

28 ê Mijdara 2015 a li Sur a Amedê dema civîna rojnamevanî de şerê çekdarî rû da û tahir elçi bi guleya ji serê xwe xwarî şehîd ket.

Tahir Elçî parêzerê doza şehîdên Roboskî û bi sedan dozên dîtir yên kuştinên kesan bû yên ji aliyê dewletê ve pêk hatî.
...