Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Zapatayê Kurda, kî ye?

+1 deng
23
25 Sermawêz 2015 Di beşa Dîrok de Edo Makuyî (570 nirx) pirsî
http://www.niviskar.com/ku/lekolin/emiliano-zapata-u-simkoye-sikak-kaksar-oremar-werger-edo-makuyi

Emiliano Zapata û Simkoyê Şikak
Emiliano Zapata (1879-1919) şoreşgerekî Meksîkayî bû. Ew gundîyekî Çermsor bû ku li dijî kedxwarîya feodal û hakimên herêma xwe serkêşîya şoreşekê kiribû. Karkerên gundî yên di kargehan de bi rêxistin kirin û di destpêka serîhildana xwe de ji sê parên axa welêt parek rizgar kir. Di pişt re ji hemû axa Meksîkayê, hemû başûrê welêt bi dest xist. Lêbelê serokkomarê wê demê yê bi navê Carranza xwest reforma zevî û axê ya ku E. Zapata dabû destpêkirin rawestîne û bi komployekê bi merema hevdîtinên sîyasî ew lehengê xizmetkarê berjewendîyên gel, kuşt. Zapata dema ku ji alîyê hêzên dewletê ve li cihekî bi navê Cuernavacayê hate kuştin, 39 salî bû.
Xala balkêş ew e ku di awayê kuştina Zapata û Simko de wekhevî pir in. Her du jî şoreşger û di dema hevdîtinên sîyasî têne kuştin. Yek rêberê Şoreşa Meksîkayê û yê din jî serokê Şoreşa Kurdistanê ye. Dijberên her duyan jî dîktator û mirovên virek û sextekar bûn ku pişta wan ne bi hêza gel, belkî hêzdarên kedxwar bûn. Her du jî di dîroka welat û gelê xwe de wekî “qehremanên milî”, xwedî navekî xweş in.
Li pey şehîdbûna her du lîderan, ji hêla gel ve gelek stran û helbest hatine gotin û nivîsandin, lê bi qasî ku li ser Zapata filmên sînemayê, konferans û semînar hatine çêkirin û lidarxistin, mixanin li ser Simko xebatên weha kêm in. Dema Simko tê şehîdxsitin, helbesta jêr li her derê dikeve ser zarê xelkê:
“ Rijandî namerd xwênî merdanit / Tolet estênît lawî Kurdanit.”
Di folklora Kurdî de, nêzî 20 stranan ji hêla dengbêj û hunermendên Kurd ve li ser Simko û endamên din ên malbata wî hatine gotin. Kawîs Axa, Şakiro, Hecî Ebdulkerîm, Kazo û Şehram Dostanî hinek ji wan kesan in ku bi peyvên xweş li ser jîyan, qehremanî û şerê mêrxasên Kurd, kilamên xweş gotine. Di kilamên dengbêjên me de, li ser zilim û zora serdestan û hejarî û liberxwedana bindestan, bi zelalî behsa gelek rûdanên nexweş tê dikin.

Ji bo hun bersiva vê pirsê bidin, tikaye Têkevinê an jî Bibin Endam.

...