Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

PÊLÊN MEJİYÊ ME ÇAWA NE?

+1 deng
25
24 Sermawêz 2015 Di beşa Tendirustî de Edo Makuyî (570 nirx) pirsî

Pêlên Mejiyê me

 

http://www.niviskar.com/ku/lekolin/pelen-mejiye-me-edo-makuyi

Pêlên Mejî, wek pêlên din, bi riya ferekans û berahiya wan, tên pîvandin.

Pêlên Mejî dabeşbûne ser 4 desteyan: Beta, Alfa, Teta û Dilta’yê ku eger em karibin aliyê xwe yê qenc û çendalî, baş nas bikin, hingî emê karibin di demên pêwîst da, bigihîjin her yek ji pêlên navbirî.

Pêlên Beta:

Piraniya dema ku em hişyar in, em di rewşa Beta’yê da ne ku tê da pêlên Mejî bi ferekansa 13-39 Hertzan, dihejhejin. Di rewşa Beta’yê da, baldariya me zêdetir liser dinyaya derve, fikarên rojane û bi gotineke din liser karubarên mantiqî yên nîvbazineya aliyê çepê mejiyê me, disekine.

Pêlên Afa:

Pêlên Alfa, wek pireyekê ne ku di navbera zaniyarî û derzaniyariyêzanînê ku bêhemdî têne mejiyê merivan) da pêwendî çêdikin. Dema ku em bêhna xwe distînin, pêlên mejiyê me ji pêlên Beta ber bi pêlên Alfayê diguherin û di wê rewşê da, ferekansa wan di navbera 8-12 Hertzan e. Di rewşa Alfa’yê da tam berevajî haleta Beta’yê, em bi dem û cihan ra sînordar nînin. Ev pêl, me ji nîvbazineya mantiqiya aliyê çepê mejiyê, azad dike û dihêle ku em bigihîjine beşa nîvbazineya aliyê rastê mejiyê ku tê da berhemanîn û têderxistin bi awayeke bihêztir pêktê.

Nîvbazineya aliyê rastê mejiyê, dikare wêne û dengên ku li derveyî tixûbên sînordarê mirovan e, werbigre. Lewma jî di vê haletê da, raman, hîs û kiryarên me, nû û ciyawaz in, tevlihevî û gêjbûn, kêmtir e û bihîstina dengên derve hêsantir e. Mejî di dema bêhnvedanê ya di haleta Alfa’yê da ye.

Piraniya hunermend, zaniyar û sporvanên serkeftî jî, yan bi hemdê xwe yan jî bêhemdê xwe, xwe dixine haleta Alfa’yê ku karibin baştirîn berhem û kirinan pêkbînin. Pêlên Alfa’yê, jêder û çavkaniyên berhemdarî, bileztirkera fêrbûnê, baştirkera rewşa ruh û sebeba daxistina steresan in. Rewşenbîrî, nasîn bi riya ihsasan, îlham û hwd bi pêlên Alfa’yê tên şirovekirin.

Pêlên Teta:

Pêlên Teta, bi ferekansên 4-7 Hertzan, girêdayî kûrtirîn ceribandên Medîtêyşin û berhemdariyê ne. Pêlên Teta, ji pêlên Alfa û Beta’yê aramtir in û berahiya wan mezintir e. Gihîştin bi pêlên Teta’yê, zêdetir di dema razan û xewê da, mumkin dibe.

Pêlên Dilta:

 

 

Deriyê mejiyê xwe, tenê ji tiştên ku hûn hez dikin biqewimin ra, vekirî bihêlin.

Jêder: mind-secrets

Wergêr: Edo Makuyî, Muhendisê Şîmî, ji zanîngeha dewletê, salên 1996-2000

 

Ji bo hun bersiva vê pirsê bidin, tikaye Têkevinê an jî Bibin Endam.

...