Devera...">

Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Rizgarkirina Şengalê çi ye?

+1 deng
32
14 Sermawêz 2015 Di beşa Dîrok de Hertişt (24,380 nirx) pirsî
Rizgarkirina Şengalê çi ye?
Şengal kengî rizgar bû?
Şengal kê rizgar kir?
Şengal çawa rizgar bû

1 bersiv

+1 deng
14 Sermawêz 2015 Hertişt (24,380 nirx) bersiv da
14 Sermawêz 2015 Hertişt rastkir

Devera Şengalê, wekî bajar û herêm navenda herî giring ya Kurdên Êzdî ye û ji bo girêdana başûr û rojavayê Kurdistanê cihekî stratejîk e.

3 yê meha Tebaxê ya sala 2014 an hov û teroristên DAIŞ êrîşî deverê kirin û him di nava bajêr de him li gundên dewrûberê şengalê komkujiyên mezin dijî Kurdan pêk anîn û bûne sedema Fermaneka mezin.

Di encama vê êrîşa dirinxe de Kurdên deverê derbeder, şerpeze û perîşan bûn.

Sedhezaran kes jiber hovan reviyan, bi sedan jin û kecên Kurdan ji aliyê hovên Daîş ve li bajarên ereban wekî koleyan hatine firotin.

Di êrîşa hovan ya ser şengalê de wekî parezvanên deverê piraniya hêzên Peşmerge cihê xwe berdan,  yên mayî û li berxwe dayî jiber kêmderfetiya çekan û hejmara kêm nekarîn dijî êrîşa mezin xwe ragirin.

13.11.2015 ê artêşa pêşmerga tevgereke leşkerî pêk anî û êrîş bire ser devera şengalê. Di vê operasyonê de derdorê 10 hezar Pêşmerge 1500 Gerilla û bi rêka êrîşên asmanî ve hêzên navdewletî jî cih girtin. Di nava van hêzên leşkerî de hêzên parestina şengalê yên Ezdî jî cih girtin.

14 ê Mijdarê navenda Şengalê hate rizgarkirin. Hejmareka gelek ya terorista hayine kuştin.
Rizgarkirina şengalê ji aliyê hemî Kurdan ve wekî azadkirina hemî erda Kurdistanê hate pêşwazkirin.

...