Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Roja Cîhanê ya Kobanî çi ye?

+1 deng
52
29 Kewçêr 2015 Di beşa Dîrok de Agirî Soran (5,440 nirx) pirsî
Roja Cîhanê ya Kobanî

1 bersiv

0 deng
29 Kewçêr 2015 Agirî Soran (5,440 nirx) bersiv da
29 Kewçêr 2015 Hertişt rastkir

Çiye 1 ê Sermawêzê?

Di meha Cotmehê an jî çiriya paşîn ya 2014 ê de ji aliyê –Komisyona Hemwelatiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpa (EUTCC) û Destpêşxeriya Peace comping ve bangek hate kirin. Banga van saziyan; -Dijî DAÎŞ ji bo Kobanî û mirovatiyê helmeta cîhanî- bû.

Ji bo vê bangê di roja yekem de 130 kesên navdar yên cîhanî kaşeya xwe li bin xistin.

Kesên ku beşdarî vê bangê bûn her çû zêde bûn. Kesên wekî zimanzan û profesor Noam Chomsky, Xwedanê xelata Nobelê yê Arjantînî Adolfo Perez Esquivel, Xwedanê xelata Nobelê yê Efrîqî Pîskoposê sereke Desmond Tutu, Serokê rêxistina bijîşkên cîhanî Michel Rolan û gelik fîlozof, nivîskar, rewşenbîr, rojnamevanên cîhanî di vê înstiyatîfê de cih girtin.

Kesên ku bang li cîhanê kirin di yekser daxuyanî dan û diyarkirin ku dijî êrîşên DAÎŞ helmeteke cîhanî pêwiste. Dîsan dane diyarkirin ku koalîsyona cîhanî ya heyî erkên xwe bicih na ênê û eger civakên navnetewî dixwazin ku demokratî li rojhilata navîn belav bibe divê ku piştevaniya berxwedana Kurdan ya Kobanî bike.

Bi vê mebestê vê rêxistina cîhanî ya dijî DAÎŞ bang li cîhanê kirin ku 1 ê Sermawêzê derkevin kolanan û vê peyamê bidin leyistikvanên mezin. – Siyaseteke dîtir jî dikare bête meşandin-.

Di nava hefteyekê de olana vê bangê zêde bû û li cîhanê belav bû. Îro bo vê mebestê li her deverê cîhanê cara yekeme ku gelên dîtir yên cîhanê evqas ji bo Kurdan radibin ser piyan û dadikevin kolanan.


http://www.rewanbej.com/1-sermawez-cejneke-nu-di-dirok-u-canda-kurdi-de.html

...