Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Hesenê Mihê Hecî Silêman kî ye?

0 deng
181
21 Kewçêr 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,260 nirx) pirsî
Hesenê Hecîsilêman
Hesenê mihê hecî silêman kiye?

2 Bersiv

0 deng
21 Kewçêr 2015 Hertişt (24,260 nirx) bersiv da
26 Pûşper 2016 Hertişt hilbijart
 
Bersiva herî baş

 

Bîyografîya Hesenê Hecîsilêman

Hesenê Hecîsilêman, ku navê wî ye rastî Hesenê Mihê Hecî Silêman e, di sala 26’ê mijdara 1951’ê de, li gundê Taytanê nehîya Araratê, li Komara Ermenistanê ji dîya xwe bûyê. Bavê wî Eylazê Mihê Hecî Silêman, di nava êla xwe de dengbêjî kiriye. Dema Hesenê Hecîsilêman çar salî bûye, bavê wî diçe ser dilovanîya xwe. Dayika wî Fatima Mihemed bi çetinahî pênc zarokan xweyî kirine û dane xwendinê. Fatima Mihemed jineke gelekî aqil û xebatkar bûye. Him jî di nava gundê ku ew lê diman de çîrokbêja eyan bûye. Dema Hesen biçûk bûye, dayika wî jê re metelok, meselok, çîrok û kilam vegotine. Dîya wî Fatima Mihemed di dilê Hesen de hezkirina ber bi wêjeyê çandîye. Hê dema ku wî di dibistanê de dixwend helbest û serhatîyan nivîsîye. Piştî ku dibistana navîn diqedîne, di sala 1971’ê de tê qebûlkirin ji bo Înstîtûta Êrîvanê ya pedagogî, ser navê Xaçatur Abovyan. Hesenê Hecîsilêman, vê Înstîtûtê di sala 1975’an de diqedîne. Dema ku Hesen di Înstîtûtê de dixwîne, helbest û serhatîyên wî di rojnameya Rîya Teze û Sovyet Ermenistanî de bi zimanê kurdî û azerî têne weşandin.

Di sala 1975’an de Hesenê Hecîsilêman li gundê Şîrazlûyê nehîya Araratê dibe mamosteyê (dersdarê) zimanê kurdî. Di wê dibistanê de koma folklorê ya xwe afirandinê û şanoyê çêdike. Ew heta sala 1989’an di dibistanê de weke mamoste dixebite. Di sala 1989’an de dema ku li ser Qerebaxa Çîya şerê nav ermenî û azerîyan dertê, ew mecbûr û neçar dimîne ku ji cî û warê xwe bibe. Di sala 1989’an de zivistanê tê Qazakistanê û di bajarê Almatê de cîwar dibe. Li vî bajarî ew dîsa dibe mamosteyê zimanê kurdî. Ji sala 1992’an hetanî sala 1998’an dibe rojnamevanê rojnama Kurdistan û kovara Nûbar’ê. Ji sala 1998’an hetanî roja îroyîn weke redaktorê rojnama Kurdistan, niha navê vê rojnameyê Jîyana Kurd e, dixebite. Helbest û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyên Rûsya, Tirkîyê, Qazakistan, Almanya, Ermenistan û Azerbeycan’ê de hatine weşandinê.

Hesenê Hecîsilêman cara yekem di sala 1995’an de berhevoka xwe ya helbestan bi navê pirtûka Dilê Min dide çapkirinê.

Di sala 1996’an de pirtûka xwe ya duyem bi navê Hesreta Welat dide çapkirinê. Herdu pirtûkên wî jî li bajarê Almatê hatine çapkirinê.

Hesenê Hecîsilêman şev û roj li ser karê nivîsandin û afirandinê dixebite. Pey hev pirtûkan dinivîsîne. Navê wan pirtûkan ev in:

Welat Gazî Min Dike (helbest), Dayika Min (helbest), Zelûlîya Gundekî (nivîsar-povêst), Di Gelîyê Zîlan De (nivîsar-pavêst), Şêx Mehmûd (şano-dirama), Şêx Seîd (şano-dirama), Emrê Di Nava Têkoşînê De (destan), Axîna Dil (helbest).

Hesenê Hecîsilêman ji sala 1994’an hetanî roja îroyîn endamê Nivîskar û Rojnamevanên Yekîtîya Qazaxistanê ye.

Hesenê Hecîsilêman niha jî bi heweseke mezin, bi dil û can dinivîse û diafirîne. Di Navenda Çanda Kurdên Qazakistanê de xebateke mezin bi rê ve dibe. Ew endamê Rêveberîya Navenda Kurdên Qazakistanê ya Berbang e. Di navendê de weke edîtorê rojnameya Jîyana Kurd kar dike û di heman demê de jî mamostetîya zimanê kurdî dike…


Hejarê Şamil

0 deng
26 Pûşper 2016 Hertişt (24,260 nirx) bersiv da
Rojnameger, helbestvan û derdkêşê çanda kurdên Kazakistanê Hesenê Hecî silêman, bi merasîmeke taybet ji hêla dewleta Kazakistanê ve bi madalyaya zêrîn hate xelatkirin.

Sebaret 15 Saliya Festîvala Biratî û Dostaniya Gelên Kazakistanê, li Astana ya paytexta Kazakistanê festîvaleke mezin hate li darxistin. Di festîvalê de, ji bo ku ked û emegeke mezin dane rojnamegeri û edebîyatê li Kazakistanê, çend rojnameger û redaktorên kovar û rojnameyên kêmneteweyan hatin pîrozkirin û xelatkirin.

Rojnameger û helbestvanê Kurd Hesenê Hecîsilêman yek ji wan kesan bû ku bi madalyaya zêrîn a bi navê “Yekitî” ango “Бірлік-Birlik-ê” hate xelatkirin. Şayanê gotinê ye ku ev xelat, ji bo wan kesan tê dayîn ku xizmeta çand, edebîyat, biratî, dostanî û bihevrebûna gelên li Kazakstanê dijîn dikin.

Dewleta Kazakistanê di festîval û xelatdayînê de di ast û dereceya herî bilind de hate temsîlkirin. Cîgirê Serokê Assamblêya Gelên Kazakistanê E.L. Tûxjanov, li ser navê Serokdewletê Kazakistanê Nûrsultan Nazarbayev beşdarî li merasîma xelatdayînê kir û tevî Hesenê Hecîsilêman, çend rojnamegerên “kedkar” bi madalyaya zêrîn rewa kir

Hesenê Hecî silêman yek ji berpirs û kedkarên Rojnameya ‘’Jiyana kurd’’ û kovara ‘’Nûbarê’’ ye ku bi salan e li Alma-Ataya Kazakistanê weşana bi zimanê kurdî dikin. Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Serokê Federasyona çand û hunera Kurdên Kazakistanê “Berbangê”ye û li ser navê civaka kurdên Kazakistanê kêfxweşî û razîbûna xwe ji bo Hesenê Hecîsilêman diyarî dewleta Kazaxistanê kir. Li gorî Kinyazê Îbrahîm, Hesenê Hecîsilêman mêrxasekî çand, wêje û kelepora kurdên Kazakistanê ye.

Hesenê Hecî silêman , ji sala 1998-an heta roja îro her tiştê rojnameya “Jiyana Kurd” e. Ew hem hemalê rojnameyê, hem nivîskarê wê, hem jî belavkarê wê ye! Ev ‘xortê 60 salî’ bi dil û can, di nav serma û seqema zivistanê û germa havînê de bi eşq û heyecaneke mezin kar û barê kovar û rojnameyê dike.

Kovara ‘’Nûbar’’ û rojnameya ‘’Jiyana Kurd’’, bi han û hewldanên mezin ên Hesenê Hecî silêman, li herêmên Alma-Ata, Astana, Taldikorxan, Çimkent, Taras, Qarataw, Qeşqebûlax, Îssîk, Taşkend, Semerqend, Bûxara, Kaskilên, Cambûl, Bîşkek, Oş û Celalabada Anqrên, Qazakistan û Asîya Navîn, li cihê ku kurd lê hene tê belavkirin. Beşek ji hejmarên kovar û rojnameyê jî diçe nav kurdên Moskova û Krasnadarê.

Hesenê Hecîsilêman heta niha gelek caran ji hela rêveberên Dewleta Kazakistanê ve hatiye xelatkirin. Ew Endamê Yekitiya Rojnameger û Nivîskarên Kazakistanê ye. Hecî silêman her wiha endamekî navenda PEN-a kurd e.

Hesenê Hecî silêmanê helbestvan ku xwediyê çend berhemên edebî ye, çend caran jî bi boneya beşdarîkirina festîvalên hunerî û wêjeyî serdana Herêma Kurdistana Federe kiriye û di van festîval û çalakiyan de hatiye xelatkirin.

Hesenê Hecî silêman bi eslê xwe ji Birûkiyên Wanê ye. Piştî şikestina Serhildana Şêx Seîd, wekî bi hezaran malbatên kurdan, malbata wan jî Çemê Aras derbas bûye û li Ermenistanê bi cih û war bûye. Hecî silêman piştî salên 90-î, di serdema Şerê Qerebaxê de ku bû sedema fermalûbûn û koçberiya bi deh hezarê kurdan, tevî malbata xwe koçî Alma-Ataya Kazakistanê kir û vê gavê di nava ber û pismamên xwe de dijî.

Salihê Kevirbirî
...