Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Omid Kordestani kî ye?

0 deng
21
14 Kewçêr 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (23,930 nirx) pirsî
Omid Kordestani kî ye?
Omid Kordestani kiye?
Omid Kordestani kengî ji dayik bûye?
Omid Kordestani li ku dijî?
Omid Kordestani çi karî dike?

1 bersiv

0 deng
14 Kewçêr 2015 Hertişt (23,930 nirx) bersiv da

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Omid Kordestanî Kurdek ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Emerîkayê dijî. 

Omîd Kordestanî, ku tê gotin li Tehranê di sala 1963'yan de hatiye dinê, Lê belê binemala wî Kurde,  yek ji berpirsiyarên malpera (makîna) lêgerînê Google e. Omîd Kordestanî di 14 saliya xwe de piştî ku bavê wî mir çû San Jose, California. Li zanîngeha San Jose State University endezyariya elektrîk xwend. Omîd Kurdistanî li şîrketa navdar Hewlett Packard weke muhendis kar kir. Ew di şîrketa Internet-Pionier Netscape Communications navekî berbiçav e.

Omid Kurdistanî yek ji 11 avakerên Googlê tê nasîn. 

Wî di Googlê de beşê bazirganiyê ava kir. Di encama xebata wî de Google di warê bazirganiyê de pir bi pêş ket. Di sala 2005'an de, Google 6 mîlyar dolar qezenc kir. Omîd Kordestanî, cigirê serokê malpera Netscape ye. Di salekê de ji 88 mîlyon dolar hatina wê di 18 mehan de kire 200 mîlyon dolar. Omîd Kordestanî di sala 2006'a de, di lîsyeta 100 dewlemendên cîhanê de cih girt.

Omîd Kurdistanî di hesaba xwe Ya Twitter’ê nivîsiye ku ew niha bûye endamek di Rêveberiya Kompaniya Twitter’ê de û Kefxweşiya xwe ji ber vê yekê nîşan da. Navbirî nivîsiye, beriya niha min di gelek Kompaniyayan de kar kiriye û ez ji niha û pêve bi Twitterê re kar dikim.

...