CSS / Cascading Styel Sheets...">

Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

css çi ye?

0 deng
66
6 Kewçêr 2015 Di beşa Teknîk de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Css çi ye?
Css çiye?

1 bersiv

+1 deng
13 Befranbar 2015 Agirî Soran (5,440 nirx) bersiv da

CSS / Cascading Styel Sheets tê wateya Rûpelên Şêwe yên bi pêlekan an ku Rûsaziya awa û şêwe bi pêlekan.

Teknîkeke Înternetê ye li gel HTML an jî tevlî HTML şêwesazîya rû û nivîsa ye. Ji bo malperên torê derfetê amadekirin, rengdan, sererastkirina giştî, ya taybet dide û di heman demê de yek yek derfetê guhertina nivîsan, pîtan û taybetmendiyê wan jî dide. Aliyê herî baş yê vê rêka rûsaziya torê nermbûna wê ye. 

CSS bi kurtayî barê malperan gelek sivik dike. Şûna her nivîs, her wêne, her çavik, malik û tor yek yek bête sererastkirin bi xêra CSS bi rêka yek rûpelî û yek fermanî ve hemî şêwazê rûpel sazkirina rûpel dikare pêk bê. CSS awayê rûsaziyê ye. Ji bo avakirina malperekê rêka herî hesan ya reng û awa dana malperê ye. 

CSS him di nava rûpelê HTML de jî tê nivîsîn him jî wekî rûpelekî serbixwe jî dikare bête avakirin. Ji bo avakirin û çêkirina rûpelekî bi sehra CSS ê tu bername pêwist nakin. Tenê bi rêka rûpelê -Editor- ya computerê û bi rêka nivîsandina kodên css ve dikare malperek bête avakirin. 

Ji bo CSS bête bikaranîn piçekî zanebûna HTML jî pêwiste. Ji ber ku di wateyekê de CSS kirasê HTML. HTML jineke tazî ye. CSS jî wê jinê di xemilîne. Cila lê dike, porê wê şe dike, mijangên wê birhê wê reng dike, bila hinarek di çi rengî de bin, palîkên çava diyarin an na, biskên wî di teyisînin an na, bila pora wê çiqas dirêj be, rengê porê bila çibe, gerdena wê bila bi morîk be an jî gerdenîkeke yek elmasî bila têdebe, guharên wê bila wekî gerdeniyê bin, cilên wê bila çi reng bin, pêsîra wî vekirî be an piçek girtî be, bejn û bala wê çawa be, bila jin wekî bûk xemilî be an wekî keçikeke nû pêgihiştî keşxe, nermok û sivik be. 

An jî bila ne jin zilamekî qerase be.

CSS vêya diyar dike.

Ji bo zanyarî û pirsên berfireh;

[email protected]

 

...