Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Sperm çiye?

0 deng
53
29 Adar 2015 Di beşa Mirov de Hertişt (24,500 nirx) pirsî

2 Bersiv

+1 deng
29 Adar 2015 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
20 Adar 2016 Hertişt hilbijart
 
Bersiva herî baş
Sperm an jî bi navê xwe yê zanistê ve Spermatozoon, bi Kurdî tovê zilam an jî avik, zîndara herî hur ya vejînê ya girêdayî zilama ye.  Hilberîna vê zîndara hur ku di amûrê zilam yê rigezî de ye, di dema pêgihiştinê de  çêdibe. Di cihê serî de, zanyariya bicihbûyî (DNA) vediguhezîne. Duvikê wê/wî heye û di live. Di dema peywendiya rigezî ya jin û mêr de nêzîkî 150-200 milyon spermî tê berdan. Lê belê tenê yek tov dighêje hêkê û dikare wêya tov bide. Dema tovek dighêje hêkê, da ku têkevê nava hêkê dûvê xwe li derve dihêle û di qalikê hêkê ve derbas dibe paşê DNA dighîne hêkê. Tov di nava avbûnê de dimînin. Navê vê avê jî menî an jî ava zilam e.

Serê tov(Sperm) wekî dendikekê ye, di nava wê de nihênî û DNA hene. Evana dema derbasî hêkê dibin, Kromozon zêde dibin û rigez diyar dibe. Kromozon bi yek rengî ne û dibin du beş. Dema dibin du beş rigezê zîndarê çêbibe jî diyar dibe. Nîvê sperm a X nîvê dîtir jî ji Kromozonê Y pêk tên. Dema Kromozon XX bin rigez dibe mê, eger XY bin dibê nêr. Lê carinan jî XXY, X0 dibin û kesên nexweş çêdibin.
+1 deng
19 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
29 Tebax 2016 Hevzayendbaz rastkir
Sperm an jî (bi kurdî) avik; şaneya zayendî ya mêr e.Ji aliyê hêlikan ve tê berhemanîn û di kîsikê avikê de di nava tovavê(semen/menî) de tê veşartin.Germahiya guncawtirîn ji bo hilberiya avikê di navbera 32-35,5 C pileyê de ye.Di vê germahiyê de hilberî derdikeve asta pirtirîn (maksîmum).Ji bo hêvişana germahiyê gun (kîsikê hêlikan) li derî laş de cih girtiye û helik li çepê nizmtir e da ku gun negihîjin hev.Ev şane yanî avik DNAya mêr hildigire.Dema têkilya zayendî  piştî perîna (orgazm) mêr tovav ji riya avikê bi awayekî pestodar dipijike hundirê zêya jinê.Di carekê de dikare 200 milyon avik birijê hundirê zêyê.Piştî vê gihînekê avik bilez ber bi xerza jinê ve diçin da ku yek ji wan bigihîje xerzê û pergiya xerzê qul bike da ku bikeve hindurê wê û wê bitovîne.Piştî vê bûyerê pêkhateya xerz û avikê digindire hundirê malzarokê û xwe bi dîwarê wê vedike.Piştî heyamekê mezin dibe û xwînpare pêk tê; piştre ev jî mezin dibe û pitik pêk tê.Di diyarkirina zayenda pitikê de aliyê çalak avik yanî mêr e.Ji ber ku xerz her hempa ne(her "X" in) lê avik diguherin (hin "X" in û hin jî "Y" ne).Ku  avika "Y" têkeve xerzê kur, ku avika "X" têkeve xerzê keç çêdibe.
...