Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Agirî Soran kî ye?

0 deng
31
20 Tebax 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Agirî Soran kî ye?
Agiri Soran kiye?

1 bersiv

0 deng
20 Tebax 2015 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
8 Adar 2016 Hertişt rastkir

Sala 1976 ê li gundê Qesirbelekê serbi Nisêbînê ve hatiye dinê. Dibistana seretayî li Qesirbelekê bidawî kir. Piştre salekê dibistana navîn li Nisêbînê xwend. Piştre 3 salên dî li gundikê Xêlid dibistana navîn xwend (YIBO). Di sala 90 î de bi malbat ve derbasî Elmanya bû. Sala 91 ê tevlî PKK bû. Deh salan di nav şerê çekdarî de ma. Sala 2002 yê  ji Pkk ê qut bû. Ji sala 2002 yê û pêve gelik proje û karên Kurdewarî bi çend hevalên xwe ve pêş xistine. Bi navê Hêvî Group gelik proje û karên Kurdewarî pêş xistine. Wekî sazî ji sala 2003 yan pêve sponsoriya gelik Projeyên Kurdî yên muzîkê, albûm, film, pirtuk, kovar û malperan kiriye.  Dîsan bi navê Hevi Group gelek cara li Pêşangeha pirtukan ya Navnetewî ya Frankfurtê cih girtiye.
Salekê Kovara Dîwar da weşandin.

Hîna jî di gelik malperan de pexşan, şirove û çîrokan dinivîse.

Projeyên wekî Kurdhostîng ya malpersaziye,  Kurd FM radyoya online, Rewanbej malpera Nûçevanî çand û hunerî, companyaya fermî Hevi Media ya Media û reklamê li Elmanya û gelik projeyên dî bi rêve dibe. Bi va projeyan piştevaniya gelik flim, albûmên muzîkê û ya nivîskarên Kurd kiriye. 

08.12.2015 ê bi awayekî fermî nasnameya rojnamevaniyê ya elmanya û ya navnetewî wergirt.

...