Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Hayko Bagdat kî ye?

0 deng
36
8 Tebax 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Hayko Bagdat Kî ye? kiye?

1 bersiv

0 deng
8 Tebax 2015 Agirî Soran (5,440 nirx) bersiv da
Hayko Bagdat, Nivîskar û Rojnamevanekî Ermenî yê Demokrate û li Tirkiyê dijî.
Di sala 1976 an de li Sitenbolê hatiye dinê. Perwerdeya xwe ya seretayî li dibistana Eseyan, ya navîn û lîse jî di dibistanên Ermeniyan de Mihîtaryan bidawî kiriye.
Di fakulteya Wêjeyê ya Sitenbolê beşa dîrokê de xwendina xwe domand. Bi sedema koça bavê xwe nekarî perwerdeya xwe bidawî bike.

Di sala 2002 an de di radyoya Yaşam(Jiyan) de rêvebirî û pêşkeşkeriya bernameya -Yên di axaftinde mayî- kir.

Di sala 2003 an de di beşa Tirkî ya Rojnameya Marmara de heftane pexşan nivîsîn.

Di sala 2007 ê de bû avakerê koma -Hevalên Hrant Dînk - ya ku piştî hirant dînk maf û dadê ya vê kuştinê digerin.

Di gelik rojname û kovaran de nivîs nivîsîne.
Di sala 2012 an de di IMC TV de li gel Ronî Margulies rêvebirî û pêşkeşkeriya bernameya - Kêmî Biryar Zêdeyî xisar- ragirt ser xwe.

Pirtûka wî ya yekem -Salyangoz 2014 an de hate weşandin.

Hayko Bagdat, hîna jî di Rojnameya Taraf de pexşana dinivîse. Zewicî ye û xwedan du zaroke.
...