Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Xwarina Heyderî çiye?

0 deng
64
29 Adar 2015 Di beşa Xwarin de Agirî Soran (5,440 nirx) pirsî

1 bersiv

+1 deng
29 Adar 2015 Agirî Soran (5,440 nirx) bersiv da
29 Adar 2015 Xêredîn hilbijart
 
Bersiva herî baş
Haydarî
Haydarî, cure mezeyek ji pêjgeha kurd û gelê cîran e. Ji ber ku tê de sîr, biharbêhn (biharat), îsota sor û ya dîrêj heye, dema mirov pirr bixwe dikare xurdangiya (madeyê) mirov biêşîne, devê mirov bişewitîne, ev nav girtiye. Ango "hay ji xwe hebe, haydarê xwe be". Li tevahiya herêmên Kurdistanê ev meze tê zanîn.
Berkelî
    Mastê parzûnkirî
    3 serî sîr
    3 kevçî penîrê spî yê reşkerkirî
    Xwê (sol)
    Pûjana (tihtavik) hişkkirî
    Reşke (kemyon, zîre / zure)
    1 fîncan rûnê zeytê
    Îsota sor
    Îsota dirêj (li ser daxwazê)
Amadekirin
Sîra xwe bikutin. Penîrê rêşkerkirî, mastê parzûnkirî, pûjan, rûnê zeytê, reşke û xwêyê tevlî bikin, tevdin.
Bi kêfa xwe îsotê dirêj ziravane tîke bikin û bixin ser. Îsota sor pê werbikin û bînin ser destexaneyê.
...