Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Çarşemba Sor çiye?

+1 deng
91
29 Adar 2015 Di beşa Dîrok de Agirî Soran (5,440 nirx) pirsî

1 bersiv

0 deng
4 Nîsan 2015 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da

Gel û Cultur:

Dar li ser kokên xwe radibin, gel jî li ser kulturê xwe serî hildidin, gelê ku dest ji kuturê xwe beradide tê rûxandin. Û tevî ku așên dagîrkeran bi hêz û xusar bûn, pir gel hêran û pișaftin, ew ji kulturên wan kirin, lê nikarîbûn netewa kurd bihêrana, ma kîjan așa dikare ciyayên Zagros û Toros bihêre? Ma bêjinga kîjan dagîrkerî dikare tava Yezdanê gewre ji ber cavan rake?

Erê, wek zimboleka kulturî, min pejirand ku ev zincîra nivîsandinê bi navê (Tîrêjên Çarșembê) be; da bidim xuyan ku em li ser koka xwe ne, em nehatine pișaftin, em hîn jî bi nasnameya xwe va girêdayine, û min dît a baș ewe ku Roja Çarşembê mijara xeleka yekem be, û em bersiva va pirsê bidin: Gelo ma ti taybetmendiya Çarşembê di cultura me da heye?

Tê zanîn ku roja Șemiyê roja pîroze li ba cihûan, kar têda qedexene, wena di pirtûka Tewrat da hatiy gotin. ([1]) Yekșem jî roja pîroze li ba kiristyanan, ew bawer dikin ku pêxember Îsa têda ji gornê rbû ye([2]), lê ez dibînim ku têkeliya pîroziya roja Yekșemê bi ola Misraî va heye, lewma bi zimanê inglîzî jêra dibêjin (Sunday); wate: Roja royê.

În jî roja pîroze li ba misilmanan, têda derin nimêja Inê, lê hîn berî Islametiyê jî În rojeka pîroz bû li ba ereban, serdarekî bi nave Keib bin Luey (كَعْب بن لُؤَيْ) êla Qureyș  قُرَيْش)li șarê Mekke yê di wê rojê da dicivand û xutbe dida([3]).

Çarșembe di cultura me da.....

Dirêjiya wê di Rewanbêj de bixwînin

http://www.rewanbej.com/piroziya-carsembe-di-kultura-kurdi-da-xelek-1-sozdar-midi.html

...