Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Evdirehman Şerefkendî (Mamoste Hejar) kî ye? kiye?

0 deng
213
11 Nîsan 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,060 nirx) pirsî
22 Kewçêr Agirî Soran rastkir
Evdirehman şerefkendî kiye? Kî ye?
Mamoste Hejar, Hejar mukriyanî

1 bersiv

0 deng
22 Kewçêr Agirî Soran (5,300 nirx) bersiv da

Mamoste Hejar, keseke ji wan kesana ye, di kesayet û jiyana xwe de pir aliyên Kurdewarî berhev kiriye. Her çend di zanista xwe ya zimanê Kurdî de hatibe nasîn jî, Mamoste Hejar di temenê xwe de her bo doza Kurdî têkoşî ye. Li gel tekoşeriya xwe, di pêşdabirin, vekolîn, zelalkirin û berhevkirina zimanê Kurdî de, xwedan dewreka giringe. 
Mamoste Hejar sala 1920 an li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Wekî gelek şair û helbestvanên Kurd dersa xwe ya medresê ji bavê xwe digre. Hîna di temenê ciwaniya xwe de beşdarî tekoşîna rizgariya Kurdistanê dibe. Ji ber têkoşeriya xwe û reşa Kurdên Rojhilat, di dema xwe de beşdarî tekoşîna avakirina Komara Kurdistanê ya sala 1946 ê dibe. Di vê qonaxê de beşdarî karên avakirina rojnameya Kurdistanê ya fermî dibe. 
Hîna di vê demê de bi helbestên xwe ve tête naskirinê. 
Piştî hilweşîna Komara Kurdistan ya Mehabadê, xwe disipêre kurê Şêx Mahmûdê Berzencî, Şêx Letîf. Ji vira jî bi belgeyên ne li ser navê xwe diçe bexda û li vira karên kasibî û karkeriyê dike. Li vira ji kezeba xwe nexweş dikeve û derbasî Libnanê dibe. Li Libnanê du salan di nexweşxanê de dimîne. Ji ber giranbûna tendirustiya wî, herkes dizir dike ku giyanê xwe jidest bide, lê ji vira derdikeve û diçe Bexda. Li bexda di demeke nêzîk de hêzên rejîmê pê dihesin û ew jî direve diçe Sûrî. Li Rojavayê Kurdistanê, li gel Xoca Beg, Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan bicih dibe. Di Kovarên Hawar û Ronahî de dinivîse. 
Piştî demekê derbasî cem Barzaniyan, Welatên Yekîtiya Sovyetê dibe. Li vira li ser wêje û ziman dixwîne û mijûl dibe. Piştî tendrustiya wî xirab dibe dîsan dikeve nexweşxanê. 
Di sala 1953 yan de wekî nûnerê ciwanên Kurd li Bukreşê beşdarî civîna ciwanên cîhanê dibe. Piştî vê beşdarbûnê, navê wî bêhtir belav dibe û tête naskirinê. 
Piştî guhertina desthilata Iraqê, her çend rewşa wî ne tekuz jî be, li gel Mele Mistefa Barzanî vedigere başûrê Kurdistanê. Bi nexweşiya xwe ya giran ve karên xwe berdewam dike. 
Bi xwe gelek kovarên Kurdî derxistine û di kovarên wekî, Kurdistan, Hewarî Niştîman, Awat de helbestên wî hatine weşandin. Li Bokanê kovareka bi navê Helale derxist û karên xwe bi vê koverê belav kirin. Bi guhertina rewşa navbera Kurdan û rejîma Iraqê re, di sala 1970 yî de çû bexda û li vira beşdarî karên Korî Zanyarî Kurdî bû. Hetanî sala 1975 ê ev karana berdewam kirin. 
Sala 1980 yî derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Sala 1987 ê wekî endamê Enstituya Kurdî ya Parîsê hate hilbijartin. 
Gelek berhem ji Farsî wergerandine Kurdî, bi xwe di zimanê Erebî, Farisî û Kurdî (Zaraveyên Kurmancî û Soranî) da gelek baş bûye. Ji Erebî Quran jî wergerandiye zimanê Kûrdî. Nivîskarê ferhengaka berfireh ya Kurdî (Kurmancî-Soranî) û Farisî bi navê Hembare Borîne ye. 

Mamoste Hejar di 21 ê Sibata 1991 ê li mişextiyê, li Kerec a bajarê Îranê koça dawî kir. Termê Mamoste Hejar li gel yê Mamoste Hêmin, li Mahabadê hatiye bicihkirin. 

Berhemên Mamoste Hejar;

  • Alekok
  • Wergêra Mem û Zîn bi soranî
  • Wergera Şerefnameyê bo kurdî
  • Dîwana helbestan bo Kurdistan
  • Çarînekanî Xeyam
  • Henbane Borîne (Ferhenga Kurdî-Farsî)
  • Wergêra Qur'anê bi Kurdî
  • Wergêra pirtûka bijîşkî ya Ibn Sîna ji erebî bo farsî
  • Şerha Dîwana Melayê Cizîrî
  • Sifra bê biraneve (Wergera One and Zeroes without end ji Elî Şerîatî)
  • Çêştî Micêvir (Xwejînenîgarî)
...