Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Kovara Felsefevan Çi ye?

+2 deng
59
11 Nîsan 2015 Di beşa Felsefe de Hertişt (24,430 nirx) pirsî
Kovara felsefevan çiye? çi ye?

1 bersiv

0 deng
11 Nîsan 2015 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da

Kovara Felsefevan, kovareka felsefeyê û xwerû bi Kurdî ye.
Hejmara yekem ya Kovara felsefevan di sersala 2015 ê de hate weşandin. 
Kovar bi rêvebiriya civaknasê Kurd Alî Gurdilî ve di weşanxana NA de dest bi weşanê kir. 
Kovar her sê meha carekê tête derxistin. 

Di ragihandina hejmara yekem ya kovarê de ji aliyê Rêvebirê kovarê ve weha Kovar hatiye nasandin;

Bi hejmara xwe ya yekem, em li pêşberî we ne. Demeke dirêj e ku me dixwest em bi zimanê xwe ê şîrîn, kovareke xwerû bi kurdî û kurmancî ya felsefeyê biweşînin, lê mixabin heta a niha me îmkaneke wiha peyda nekiribû. Lew re ev daxwaz wisa demeke dirêj, di hişê me de weke xewnekê mabû. Lê qasî beriya du-sê mehan me biryara xwe da ku em kovareke felsefeyê ya xwerû bi kurdî biweşînin. 

Guman tê de nîne, ku bar barekî giran e û pêdivî bi zanîn û têgihiştineke kûr heye û lema ev kar, bar û berpirsiyariya me girantir jî dike. Ligel hemû astengî û dijwariyan em baş dizanin ku avêtina gava pêşîn, gelekî girîng e û bêguman, bi demê re em pêbawer in ku dê di zimanê kurdî de berhevdanek baş ya zanyariyên felsefî û zanistî pêk were. Di vî warî de, meyl û bala xwînerên kurdî hêviyên me her geş dikin û wêrekiyek bêpeyan didine me. Weke zanîna we ye ku felsefe û zanist jî, di jiyana mirovî de qasî wêjeyê xwediyê roleka girîng in û di navbera wan de jî, bêguman têkiliyek xurt heye.

Kovara Felsefevan, dê di sê mehan de carekê biweşe û di her hejmareka xwe de, em ê herî kêm li ser du mijarên bingehîn (dosyeyan) rawestin. Herweha, em ê cih bidin mijarên mîtolojî, civaknasî û psîkolojiyê û têgînên felsefî jî. Belam, mijarên civaknasî û psîkolojiyê, dê betir mijarên destpêkê bin û armanc, dê nasandina wan zanista be. Weke din, em ê bi berfirehî li ser mijarên felsefî rawestin.

 

11 Nîsan 2015 hevalfarqini (760 nirx) şirove kir
Saet xweş! "felsefe bi kurdî xweş e" û hew...
...