Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Hikumeta Herêma Kurdistan çi ye? çiye?

+1 deng
55
11 Nîsan 2015 Di beşa Siyaset de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Hikumeta Herêma Kurdistan çi ye? çiye?

1 bersiv

+1 deng
11 Nîsan 2015 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da

Hikûmeta Herêma Kurdistanê navê Fermî yê Başûrê Kurdistanê ye. Mesûd Barzanî Serokê Konseya Serokatiya Kurdistanê ye û di heman demê de Serokê Hikumeta Kurdistanê ye. Hikumeta Herêma Kurdistan di 19 ê Gulana 1992 yan de Parlemento ava kir û ji nûve hilbijart. Vê Parlemenê di 4 ê Cotmeha 1992 yan de Serxwebûna Kurdistana Federal ragihand.

Bingehê Hikumeta Herêma Kurdistan dighêje salên Heftêyan. Li gorî peymaneka di navbera Hikumeta Bexda û Kurdan de 11ê Adara 1970 yan diviya pênc wezîrên Kurd li Bexda di hikumetê de cih bigrin. Ev peyman di navbera Saddam Hiseyîn û Mele Mistefa Barzanî de pêk hatibû. Li gorî peymana xweseriyê sê bajarên sereke yên li Bakurê Iraqê an ku Başûrê Kurdistan nêzîkî 37.000 km² dê ji aliyê Parlemenekî herêmî ya li Hewlêrê bihata birêvebirin. Wekî dîtir di Parlemenê de 5 wezîr û wekîlekî serwezîr jî diviya Kurd bin. Li gorî peymanê li gel Erebî zimanê Kurdî wekî zimanê herî zêde yê duyem yê fermî hate pejirandin. 

Piraniya gelê Herêma Başûrê Kurdistanê kurdin. Wêkîdin erebtirkmen û aramî jî dijîn. Li Herêma Başûrê Kurdistanê ji bilî misilmanên Sunnî û Şiî, Kurdên êzîdî û ***îstiyanî jî dijîn.

 


 

...