Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

HPŞ, Hêza Parestina Şengalê çiye?

+1 deng
25
11 Nîsan 2015 Di beşa Siyaset de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
HPŞ, hêza parestina Şengalê çi ye?, çiye?

1 bersiv

0 deng
11 Nîsan 2015 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
HPŞ, hêza parestina Şengalê, hêzeke çekdariye, ji aliyê Kurdên Êzîdî ve hatiye avakirin. Bi taybet piştî çete û hovên Îslamî DAÎŞ bi rengekî hovane êrîş birin ser Şengalê(03.08.2014) û komkujî û jenosîdeka mezin pêk anîn, Kurdên êzîdî jî ji gelik deverên cîhanê berê xwe dane Şengalê û çek wergirtin. Hêza Parestina Şengalê jî di vê demê de pêk hat. Hetanî neha tê zanîn ku nêzîkî Hezar çekdarê HPŞ heye. Hêza Parestinia Şengalê di serî de arîkariya xwe ji PKK û YNK wergirt. Piştî avabûna xwe bi çend mehan li gel hikumeta Bexda peywendî danîn û arîkarî ji Hikumeta Bexda wergirt.

Ji aliyê Bexda ve wekî Liwayek ji yê hêzên milîs yên Şuî -Heşdî Şabî- hate pesendkirin. Piştî peywendiya HPŞ li gel Bexda, di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û HPŞ de arîşe derketin. Hikumeta Herêma Kurdistanê, HPŞ wekî hêzekî ne yasayî ragihand û fermandarê wê Heyder Şeşo di 06.04.2015 an de girt.

HPŞ piştî girtina Heyder Şeşo jî daxuyanî da ku ew ser bi Hikumeta Bexda ve ne û li gel Heşdî Şabî ne.
...