Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Zekî Ozmen kî ye?

+1 deng
2,042
9 Nîsan 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
28 Nîsan 2016 Hertişt rastkir
Zekî Ozmen kiye? kî ye?
Zekî ozmen li ku hatiye dinê?
Zekî ozmen çiqas xwendiyê?
Zekî ozmen bi çi ve mijûle?
Zekî ozmen li kuderê dimîne?
Özmen

2 Bersiv

0 deng
9 Nîsan 2015 hejahuner (320 nirx) bersiv da
Nivîskarê pirtûka "Kurdên Elmanya"yê ye. navnîşana bloga wî ev e :
 

http://www.zekiozmen.blogspot.com.tr
0 deng
11 Tebax 2015 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
Zekî Ozmen

Zekî Ozmen sosyalpedagogekî kurd e û li Almanyayê dijî. Wî beşa pedagogiya sosyal li Zanîngeha Frankfurtê xwend û pisporê entegrasyonê ye.
Pirtûka wî ya bi navê "Kurdên Almanyayê" di sala 2010´an de ji Weşanxaneya Ronahî  derket. Naveroka vê pirtûka wî li ser dîrok, civak, jiyana rojane, siyaset û hunera kurdên li Almanyayê dijîn e.

Ozmen berî destpêkirina xwendina li zanîngehê, bi nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan Mezopotamyayê dest bi xebata xwe ya rojnamevantiya nivîsbarî jî kiriye.
Ji sala 2001'an heya 2005'an edîtorî û moderatoriya bernameyeke perîyodîk ya radyoyeke herêmî ya bi navê Radio Unerhört Marburgê kir.
Edîtorî xwedî û birêvebirê malpera Celadet.com kir.

Ji sala 2006'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

2010'an de bi nûçeya "Bi hezaran bûk û zavayên kurd fêrî almanî dibin" Xelata Taybet a Jûriya Nûçeyên Kurdî a Xelatên Şehîdên Çapameniyê û Musa Anter wergirt.
...