Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Teknîk çi ye?

0 deng
23
8 Nîsan 2015 Di beşa Felsefe de Ali Gurdilî (5,520 nirx) pirsî
Teknîk çi ye?

1 bersiv

0 deng
8 Nîsan 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da
Têkoşîna mirov ya li hemberê xwezayê, ji destpêkê ve didome û bi hêsanî mirov dikare bibêje ku ev têkoşîn, hêjî berdewam e. Ji destpêkê ve, xwezayê zehmetîyan derxistiye pêşîya mirovan û mirovan jî, bi rêya bikaranîna aqil û behreya (qabiliyeta) xwe haletan îcad kirine û bi rêya van haletan, bûne serwerê xwazayê. Teknîk, di rêya têkoşîna li hember xwezayê de, navgîna herî girîng e. Peyva teknîkê, ji techneya yewnanî tê û di wateya hunerwerî û hunerê de ye. Li gor vê yekê teknîk, bi xêra behreya mirovî û navgînan, bi armanca bikaranînê; veguherandina kirarîya (îşlema) kereseya (malzemeya) ye. Bi vê yekê ve girêdayî, mirov dikare bibêje ku teknîk, ji bo hilberandinê ye. Bi armanca hilberandinê, bikaranîna (bicîanîna) zanayîya zanistî ye. Di vê yekê de armanc, hêsankirina jiyana mirovî ye.
...