Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Celal Talabanî kiye?

0 deng
27
29 Adar 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,060 nirx) pirsî
3 Kewçêr Hertişt rastkir
Celal Talabanî, kî ye, ki ye, kiye,
Talabani,
Jiyana celal Talabanî,

2 Bersiv

0 deng
3 Kewçêr Hertişt (24,060 nirx) bersiv da
3 Kewçêr Hertişt rastkir
Mam Celal Talebanî di 12. 11.1933 li Başûrê Kurdistanê li gundê Kilkan girêdayî Dokanê ji dayîk bûye,
.
Şoreşger, welatperwer, têkoşer û serokê Kurd Celal Talabanî îro (03.10.2017 demhijmêr: 15:04) ê li bajarê Emanya Berlînê koça dawî kir.

Celal Talabanî sala 1933 yan hatiye dinê.  Di destpêka salên 1950 de dibe endam û sazkarê yekîtîya xwendkarên PDK.  Di nava demê de, dibe kesekî payebilind di nava Partîya Demokrata Kurdistanê de. Di sala 1961 ê dijî hikûmeta Abdulkerim Kasim kete nava têkoşînê. Di sala 1963 yan de beşdarî şandeya hevdîtinên li gel Serokkomarê Iraqê Abdukselam Arif dibe.

Di sala 1975 ê de YNK ava kir. Piştî salekê dijî dewleta dagirker ya Iraqê dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Celal Talabanî di jiyana xwe de navê xwe li nav siyaseta rojhilata navîn û cîhanê de nivîsî.

Di sala 1992 ê de li gel PDK-YNK revebiriyeke hevbeş hate avakirin.  Ji sala 1993 û pêde li beyna PKK û dewleta Tirkîyê de dewra navgînîyê leyist.


Mam Celal 18 ê Kanûna 2012 ê nexweş ket û piştî hingî nekarî biser xweve werê.
24 ê Tirmeha 2014 ê karê wî yê Serokkomarîya Iraqê bidawî bû.

Serok Celal Talabanî jiyaneka pir bi têkoşîn, bi Zehmetkêşî û xizmeta Kurdayetîyê jiya.

Îro li Berlînê koça dawî kir.
0 deng
3 Kewçêr Hertişt (24,060 nirx) bersiv da
Celal Talebanî (Celal Şêx Hisamedîn Şêx Nûrî) naskirî bi Mam Celal (1933-03.10.2017) têkoşerê dêrînê Kurdistanê û ji kesayetiyên bi bandor, diyar û naskiriyên sedsala bîstê û deh salên yekem a sedsala bîst û yekê ya bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê.
Navbirî piştî bîst salên endamtiya di PDK'ê de di sala 1975'ê de partiya YNK'ê (Patriotic Union of Kurdistan) damezirand û di dehsala 1980'ê de cidîtirîn opozosyona dijberî hikûmeta Îraqê bû û ji dehsala 1990'ê de li rex PDK'ê yek ji du partiyên sereke yên Başurê Kurdistanê.
Vî rêberê Kurd piraniya jiyê xwe di şerê bi hikûmeta Beis a faşîst re bihurand, lê di Îraqa nû de û piştî wergirtina postê serokkomariyê amade nebû hûmkê bidarvekirina Sedamê dîktator mor bike. Taybetmendiyeke din ya girîng a Mam Celal di warê dîplomatîk û navbeynkariyê debû û di demên hestiyar de dibû navbenkarê gotûbêja di navbera hêz û aliyên Kurdistanê herwiha welatên herêmê jî.  
Tevî ku di pênc salên borî de nemir Talebanî ji ber nexweşiya giran rolekî wiha di qada siyasî, bûyer û pêşhatên Kurdistanê de nebû lê di nava alîgir û endamên partiya xwe û gelê kurd de xwedî hizûreke sembolîk bû û wefata wî dengvedan û xemgîniyeke mezin di dilê Kurdistaniyan de çêkir.
Serê gelê kurd sax be.

Dêrsim Oremar
...