Tesewuf, wateya mîstîsîzma îslamê ye û di wateya “tevger” , “tevgerîn” û “vejiyînê” de ye û nêrînekê dinyayê ye. Di tesewufê de mîna felsefeya hîndûyan, ji dinyayê dûrketin û bi tinebûnê re yekbûn tune. Lê, ji xwiyakirinan tiştan revek û lêgereka bingeha xwiyakirinê heye. Di tesewufê de gihêjtina zanayiyê û carekê din, dagerîna dinyayê heye.