Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Heyder Şeşo kî ye? kiye?

0 deng
55
6 Nîsan 2015 Di beşa Navdar de Hertişt (24,490 nirx) pirsî
11 Nîsan 2015 Hertişt rastkir
Heyder Şeşo kî ye? kiye?

1 bersiv

0 deng
7 Nîsan 2015 Hertişt (24,490 nirx) bersiv da
7 Nîsan 2015 Hertişt rastkir
Heyder Şeşo Kurdekî Êzîdîye û hemwelatê Elmanyaye. Piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ yên li ser Şengalê, hejmarek Kurdên Êzîdî ji gelik deveran çûne Şengalê û hêzeka çekdarî ya bi navê Hêza Parestina Şengalê ava kirin.
Heyder Şeşo jî serpereştiya vê hêzê dike.

Di roja 24 ê Sibata 2015 an Heyder Şeşo daxuyanî da Rûdawê û got ku Hêza Parestina Şengalê (HPŞ) tevlî hêza Iraqê ya -Heşdî Şeibî- bûye. Di vê daxuyaniyê de Heyder Şeşo gotiye; Ew tu car ne li dijî hêzên Pêşmerge û Kurdistanê ne.
Her weha aşkere bû ku ev hêza Kurdên Êzîdî tevlî milîsên Şiî yên Iraqê bûne û mûçe distînin.
Di daxuyaniya Heyder Şeşo ya ji bo Rûdawê dayî de tê gotin; Tevlîbûna HPŞ ji bo Heşdî Şeibî barê Kurdistanê sivik dike, ji ber ku Herêma Kurdistanê di warê Aborî de vê demê di tengaviyê de ye. Heyder Şeşo diyar kir ku ew pirekin di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de.

Li gorî hindek çavkaniyan hate belavkirin; Heyder Şeşo û Kameran Cindo ji bo avakirina Liwayeka leşkerî ser bi Heşda Şeibî ve ji Kurdên Êzdî bête avakirin çûyne Bexda û razîbûna Bexda wergirtine. Li gorî çavkaniyê cîgirê Serkkomerê Iraqê Nûrî Malikî jî piştgiriya avakirina vê hêzê kiriye.

Bi van daxuyanî û hewldanan helwesta Heyder Şeşo û HPŞ li başûrê Kurdistanê bû sedema aloziyeka kur. Heyder Şeşo di heman demê de endamekî YNK jî bû.

Ev gava HPŞ û Heyder Şeşo her çend ji aliyê PKK û YNK ve hatibe destekkirin jî, ji aliyê piraniya başûrê kurdistan ve dîsan wekî cehşîtiya rejîma Îraqê hate binavkirin.

Hêza ku piraniya Kurdan ji bo Êzîdiyan wekî hêviyekê didît li başûrê Kurdistanê bi taybet ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve wekî metirsî hate dîtin. Ji ber ku HPŞ ne pejirandibû bi wezareta Pêşmerga ve bête girêdan û bi artêşa iraqê ve dihate girêdan. Bi taybet ji ber êrîşên destpêkê yên çeteyên DAÎŞ Şengal nehate parestin û komkujî, jenosîd û tunekirineke mezin pêk hat û ji aliyê dîtir ve jî ji ber kêmbûna bûtçeya Herêma Kurdistanê Hêzên Parestina Şengalê ne dixwestin bi Wezareta Pêşmerge ve bêne girêdan.

Li himber vê yekê 06.04.2015 ê ji aliyê Asayişa Duhokê ve Heyder Şeşo hate girtin.
Girtina wî bi awayekî fermî ji aliyê asayişê ve pêk hat û ji aliyê rayedarên Hikumetê ve daxuyanî hate dayîn ku ew ji ber sedema avakirina hêzeka ne fermî û metirsî hatiye girtin.

Piştî girtinê Şandeyên YNK û PDK hevdîtin li ser mijarê pêk anîn û biryar dan da HPŞ bi wezareta Pêşmerge ve bête girêdan. Di encama van biryaran de hate ragihandin ku Heyder Şeşo bête berdan.
...