Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Dewlet çi ye?

+1 deng
123
3 Nîsan 2015 Di beşa Civaknasî de Ali Gurdilî (5,520 nirx) pirsî
Dewlet çi ye?

1 bersiv

0 deng
3 Nîsan 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da

Dewlet 

Dewlet, saziya herî mezin û çalak ya civakî ye. Ji alîyê mirovên ku girêdayê desthilatdarîyeka raser in ve, li ser axaka ku sînorên wê diyar in hatiye avakirin. Dewlet, sazûman û serwerîya civakê, li hember civakên din diparêze û xwedîyê yekîtîyek hiqûqî û sîyasî ye. 

Dewlet, piştî ku mirov li ser axê bi cîh bûne û di navbera wan de têkilîyeka rêveberîyê dest pê kiriye, derketiye holê. Di civakên hoveber de, ji ber ku navendeka hêza serpereştîyê (rêveberîyê) û desthilatdarîyeka sîyasî tunebû, dewlet derneketîye holê. 

Di eşîretan de ku yekemîn civaka bicîhbûyî ne, prototîpa dewletê derketiye holê. Li bajaran jî, bi hemû sazîyên xwe yên bingehîn û erkên xwe re, dewlet derketiye holê. [Dewleta bajarî] 

Unsûrên Dewletê 

1- Gel: Civatoka mirovan ya ku li hawirdorê desthilatdarîyeka sîyasî top bûne. 

2- Welat: Ax a ku demeka dirêj, gel li ser jiya ye. 

3- Serwerî: Desthilatdariya sîyasî ya ku li ser axa gel, serwerîya gel temsîl dike. Ev hêz, ji alîyê hiqûmetê ve tê bikaranîn. 

Taybetmendîyên Dewletê 

1- Dewlet sazîya herî mezin, birêxistî û çalak ya civakî ye, ku berdewamî û sazûmana civakê diparêze. 

2- Serwerîya xwe, bi rêya bikaranîna sê wezîfeyan pêk tîne. Ev wezîfe jî rêvebirin (yürütme), zagonçêkirin (yasama) û darazdanî (yargı) ye.

3- Dewlet li hember xeterîyên ji hindûr û der, dikare hêzeka ku xwe dispêre darêzorê bikar bîne. 

4- Dewlet bi nêzîkayîtêdaneka sazgêr; ji hêla sosyo-kulturî, sîyasî, edalet, perwerdehî, pirsgirêkên hawirdorî û hwd. ve, jiyana civakî qontrol dike. 

5- Dewlet, têkilîyên sazîyan sererast dike. 

6- Endametîya şexsan ya dewletê, tiştekî bivênevê ye û ev endametî bi rêya gurza hemwelatîbûnê pêk tê. Mafê hemwelatîbûnê dema ku rewş rê didin, bi biryara rêvebirinê tê bidestxistin, an jî windakirin. 

Texlîdên Dewletê… 

Li Gor Avahîya Xwe Ya Hindûrîn Dewlet 

A- Yek (Unîter) Dewlet

B- Dewleta Federal 

Li Gor Têkilîyên Dewlet û Ol Dewlet   

A- Dewleta Teokratîk

B- Dewleta Laîq 

Li Gor Awayê Serwerîyê Dewlet 

A- Dewleta Otokratîk

B- Dewleta Demokratîk…

Ali Gurdilî

[email protected]

Çavkanî: Ferhenga Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

http://www.felsefevan.org/dewlet-2.html

...