Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Çand/Kultur çi ye?

+1 deng
467
3 Nîsan 2015 Di beşa Civaknasî de Ali Gurdilî (5,520 nirx) pirsî
Çand/Kultur çi ye?

1 bersiv

0 deng
3 Nîsan 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da

Çand/Kultur 

Dijwar e ku mirov bikaribe pênaseka (danasîneka) misoger ya çandê (kulturê) bide. Çimku bi sedan danasînên çandê hene. Encax, em ê dîsa jî hewl bidin ku bikaribin çend pênasên çandê yên derbazî bidin.

‘Yekîtîya tevlîhev ya unsûrên maddî û manewî; yên wek teknîk, navgîn, alav, exlaq, irf, adet, bawerîyan ku wekî awayê jiyana civakekî têne qerekterîzekirin.’ 

‘Tevahîya hînbûnîyên tevlîhev yên şexsan; wekî zanayî, huner, bawerî, exlaq, irf û adet…’ 

Du Texlîdên Çandê Hene… 

1- Çanda (Kultura) Maddî

2- Çanda (Kultura) Manewî 

1- Çanda Maddî 

Her cure alet û navgînên ku ji alîyê civatekî ve têne hilberandin. Bi vê yekê, civak dixwaze ku bijî û hawirdorê xwe verast bike. Ango hilberên teknolojîk, çanda maddî tînin holê. 

2- Çanda Manewî 

Bawerîyên ku bi jiyana hevpar ya civakekê re dertêne holê. Exlaq, dîrok, ol, felsefe, irf û adetên civakekê, çanda manewî ya wê civakê pêk tînin. 

Li gor bawerîya William Fielding Ogburn… 

Beşa maddî ya çandê (endustrî, alavên teknîk û hwd.) li gor beşa manewî, zûtir têne guherîn. Çanda ne maddî, hebekî li paş çanda maddî dimîne û çanda maddî dişopîne. Di encama vê yekê de jî çanda manewî, hewl dide ku bikaribe wek çanda maddî tevbigere, an jî bigihêje wê. 

Taybetmendiyên Çandê… 

1- Mirov, çandê fêr dibin.

2- Her civakek xwediyê çandekê ye. Ev çand, ji alîyê endamên civakê ve tê parvekirin û bi awayekî hevpar, tê jiyîn.

3- Çand, taybetmendiyeke bingehîn ya civaka ye û bi çanda xwe, civak ji hevdu têne veqetandin.

4- Çand, dînamîk e. Bi unsûrên nû diguhere û nû dike.

5- Çand, bi rêya mîrateya sosyal; dewrê nifşeka nû dibe.

6- Çand, razber (soyut) e û ne girgîn (somut) e. Tê hîs kirin, lê bi temamî nikare were çandêrî kirin.

7- Unsûrên çanda maddî, li gor unsûrên çanda manewî, zûtir têne guherîn.

8- Di her civakê de hêlên hevpar yên çandê dikarin werin dîtin. Lê digel vê yekê, çanda her civakekê cuda ye, cihêreng e. Ji ber vê yekê jî taybetmendiyên çandê, li gor civakan tê guherîn.

9- Çand, wezîfeya venêrana civakî pêk tîne.

10- Unsûreka (beşeka) çandê dema ku diguhere, ya din jî ji vê yekê ketumet dibe. 

http://www.felsefevan.org/candkultur.html

...