Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Lezbiyen çiye?

0 deng
69
31 Adar 2015 Di beşa Mirov de Hertişt (24,500 nirx) pirsî

2 Bersiv

+1 deng
2 Nîsan 2015 Agirî Soran (5,440 nirx) bersiv da
15 Adar 2016 Hertişt hilbijart
 
Bersiva herî baş

Ji bo jinên hevrigez re Lezbiyen tê gotin. Ev peyv ji aliyê jina Helenî ya helbestvan Sappho ve hatiye. Cihê ku vê helbestvana Lezbiyen têde jiyaye giraveka li deryaya Ege yê bi navê Lesbos.

Sappho berî Îsa di sala 612 an de li Lesbos bi navê neha Midilli hatiye dinê û di sala 558 ê de miriye. Ji bo roja me ya îroyîn nêzîkî sed beytî yên Soppha gehane.

Helbestên wê hertim ji aliyên rewiştvanên mesîhî ve hatine tunekirin. Tiştê tê zanîn ewe ku fermana şewitandina destpêkê ji aliyê dêrê ve di sala 390 de hatiye dayîn. Piştî hingî di sala 1073 an de keşayê dêra katolîk Gregor ê heftemîn ji bo şewitandin û tunekirina helbestên Sappho hewl daye. Piştî vê tunekirina helbestê hetanî dawiya sedsala 19. tenê du helbestên lîrîk dihatin zanîn. Yek ji vana Afrodit ya dîtir jî bo Hezkiriyê bû. Lê belê di salên dawî de kolanên hatî kirin zanyariyên di derbarê Sappho de pirtir kirin. Di goristanên Oxyrhncus de, di kolanên sala 1987 ê de di nava goran de li ser Papîrûsan helbestên Sappho jî hatine dîtin.

Li Welatên Ewrûpa bi çavekî asayî li lezbiyenan dinerin. Li welatên Rojhilata navîn û Asya sergirtî lezbiyenî heye. Norweç û Siwêdê jî hebûna wan tête pejirandin û zewaca wan tête pejirandin. Lê li van welatan ducanîbûna yek ji lezbiyenan qedexeye. Li hindek welatên Ewrûpa jî bikaranîna benqeyên sperm an ku tovan ji aliyê lezbiyenan ve jî serbeste.

Hevrigeziya jinan, an ku lezbîyentî bi gelik cûreyan derdikeve holê. Li welatên Ewrûpa hetanî salên 1960 an li gorî hizirên Sigmund Freud dihate şirovekirin.

Her çend gelik nêrîn û lêkolînên cûda di vî warî de hatibin kirin jî lezbiyentî an ku hevrigeziya jinan ji gelik sedemên civakî, awayê mezinbûnê, rewşa hormon û çêbûna cendek û laşê jinê, peywendiyên malbatî û hwd. çavkaniya xwe dikare bigre.

 

0 deng
15 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
29 Tebax 2016 Hevzayendbaz rastkir
Ji jinên(yan jî ji jîndarên mê yên hevzayendbaz re) tê gotin.Bi kurdî wergera vê peyvê "mêbaz" e.Bi milyonan kurdên hevzayendbaz (homosexuel) û duzayendbaz (bisexuel) hene.Ev rewş ne bihijartinek e.Hin zanyar vê rewşê bi hormon, şêweya mizinbûnê, civak û malbat...re têkildar dibînin lê belê lêkolanên derûnnasiyî yên îro nîşan didin ku ev rewş bi piranî mîna dijzayendbaziyê(Heterosexuelizm) nayê bijartin lewra guher jî ne gengaz e...
...