Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Nexweşiya Penceşêr çiye?

+1 deng
53
31 Adar 2015 Di beşa Tendirustî de Hertişt (24,490 nirx) pirsî

1 bersiv

0 deng
15 Adar 2016 Hevzayendbaz (13,760 nirx) bersiv da
Di laşên mirov de dikare hin asaw(raçînkên ji şaneyên derasayî çêbûye) derkevin.Ev asaw wekî baş û bed (pîs) têne dabeşkirin.Asawên baş her çi qas ne asayî bin jî di laşê mirov de hebûna wan ne metirsîdar e.Wekî mînak; şanên li ser çermên me bi reng û bilindahiyek cuda derdikevin asawên baş in.Lê belê hin caran bi guhera asawên baş û hin caran jî bi derasayîbûna şaneyên asayî raçînkên derasayî yanî asaw (a bed) çêdibe.Asawên bed ji şaneyên biçûk û bilez belav dibin çêdibin.Asawên bed ji şaneyên asayî çêdibin û bilez tevînekên (raçînk)wesleyên jîndaran diguherînin.Lewra wesle êdî tê rewşa ku nikare peywir û kargîniya xwe bicih bîne.Ji ber vê yekê jî êdî hin kêmasî û nexweşî di mirov de derdikevin.Ev rewş gelek caran piştî ku asaw li piraniya wesleyê (yan jî têrî ku nehêle peywira xwe bike) belav dibe tê selimandin.Ji ber ku mirov piştî derketina êş û encamên kemasiya kargîniya wesleyê diçin nexweşxaneyê.Nasana zû ji bo rewşa nexweşan baştir e, ji ber ku derfeta venêrana asawê bi derman û şewqê dide bijîşkan.
...