Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Vekîl Mistefayev kî ye?

0 deng
21
23 Nîsan Di beşa Navdar de Hertişt (24,640 nirx) pirsî
Vekîl mistefayev kî ye?
Wekîl, mustefayev

1 bersiv

0 deng
23 Nîsan Hertişt (24,640 nirx) bersiv da
SERSAXÎ

Îro 19 avrêlê( nîsan) sala 2019-a welatparêzê Kurdistanê, niştimanperwerê bêhempa Wekîl Mustafayev ji me xatir xwest çû.
Wekîl Mustafayev di sala 1938a li Ozbekistanê, malbatek penaber de ji dayik bibû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Asyaya Navîn hatibû surgunkirin.
Di sala 1967-a de ew beşa hiquqê Zankoyê Qirgizistanê diqedine û hema piştî xilaskirina universitete dibe cigirê asayişe bajarê Oşê li Qirgizistanê, paşê dibe wekilê bajêr.
Wekil Mustafayêv di dema Sovetê li wezerata polisê Qirgizistanê, Azerbaycanê û Ozbekistanê wezifeyên giring pêk aniye.
Di salan 1980-î de seroktiyê şubeya cinayetên giranî ya Wezereta Hundurin otonomiya Qaraqalpakiya li Ozbekistanê kiriye.
Di sala 1988’a de li Sovetistanê tevlîhevî û nakokiyên di nav milletên curbecur dest pê dibe, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zexmên neteweperestî dest pê dibe, W. Mustafayêv tevî hevalên xwe rêxistina “Yekbûn” ê ava dike. Dibe cigirê wê organizsyonê,  armanca wî ji nûva avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.
Wekil Mûstafayêv, piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Evrupa jiyan dikir.
Ew nivîskarê pirtûka dîrokî bi navê “Kurdistana Qafgasyayê” û xwediyê  bi sedan gotarên dîrokî û siyasî ye.
Wekil Mustafayêv, Kurdekî niştîmanperwer û Kurdistanparêz, mirovekî bi prensiîp û şaşnebar, welatparezekî resen bû.
Heta dawiyê nefesa xwe têkoşîna xwe meşand, li pey xwe mîrasek dewlemend hişt.
Rêzdar Wekil Mustafayev, tu ji bo me tim û tim jîndar î, zindî yî.

Knyaz Mîrzoyev
Nadir Nadirov
Ramazan Seyidov
Yuri Nabiev
Maruf Aslanov
Ezîzê Ziyo Bedirxan
Kamîz Şeddadî
Mamê Mamoyî
Barzani Nebiyev
Şirin Aliyev
Korogli Axmedov
Ali Aliyev
Dima Reşi
Boris Mamoyan
Mehmedê Misto
Hesen Remoşî
Nazim Gasanov
Hesenê Evdo
Hejarê Şamil
...