Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Cafer Ehmedov kî ye? Kiye?

0 deng
10
24 Sibat Di beşa Navdar de Hertişt (24,540 nirx) pirsî
Cafer Ehmedov

1 bersiv

0 deng
24 Sibat Hertişt (24,540 nirx) bersiv da
Cefer Ehmedov (1902-1979).  
Mamoste Cefer di nav gel de wisa hatibû binavkirin: "Koroxliyê tehsîla (perwerde) Azerbaycanê". Xelata Mamosteyên Emekdar (Kedyar) û li Sovetistanê xelatê herî bilind Nîşana Lenin stendibû. Her wiha layiqî xelatên Ala Keda Sor û Nîşana Şerefê hatibû dîtin.
Kurdê Laçinê bû, lê ji ciwantiyê heta dawiya jiyana xwe li Kelbecerê (Kawil bajar) dijiya.
Mamosteyê mamosteyan Cefer Ehmedov, 58 sal mamostetî kir. Mamosteyê hemûyan bû, mamosteyê min e jî. Zankoya pedagojiyê qedandibû. Di salên 1937-38 an de li texnikumê (dibistana pîşeyî) Şûşayê mamosteyê ziman û wêjeya Kurdî û cigirê beşê Kurdî bibû.
Mînakeke KURDÊN RESEN bû.
Çendin gotinên mamoste Cefer di nav gel de wek aforizma tê şixûlandin. Yek ji wan jî ev e:
"Mal û milkên Kurda dikarî xurcikekê bar bikî, lê  şeref û xiretê Kurda sedan hêjtir jî nikarin bikşînin."
Li ber ruhê wî serê xwe ditewînim û bi rêzdarî bi bîr tînim.

Hejarê Şamil
...