Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Anti-Natalizm çi ye, çiye?

0 deng
30
7 Sibat Di beşa Felsefe de Hertişt (24,560 nirx) pirsî

1 bersiv

0 deng
7 Sibat Agirî Soran (5,480 nirx) bersiv da
Antî Natalizm ew hizre, yê nebûna mirivan, an ku bê destûr û agahî û xwestek bûyîna mirovan na pejirîna.
Li gorî vî hizrî, em mirov bêyî destura xwe, tenê encama kêf û xweşiya kêliyekê ya dayik û bavên xwe bo vê jiyan û cîhanê hatine veguhestin.

Ligorî hizra anti antalizm ê divê tuxmê mirovan êdî ne hilberê, êdî divê zarok neyêne vê jiyan û cîhanê, armanca dawî ya mirovan tunebûna mirovatîyê be.

Li gorî vî hizrî, zarok ji bo niyaneka pir bi êş û azar tête veguhestin û ev yek jî bê riza û xwesteka zarokî pêk tê. Ni ber vê yekê jî divêt zarok neyêne vê jiyanê.

Di nava Kurdan de jî gelek kes zarokan tînin lê belê paşê dibên çima zarok êş dikşînin û divê zarok neyên.

Bi hizra min. Ew tovê zilêm yê bi lez û bez, bi kêf û şahî, bi xwestek û arazû, her ew zaroke an ku em bi xwene yên bi xwesteka xwe gava xwe davêjin vê jiyan û cîhanê.

Di kok û hîm û bingeha xwe de, em bi xwesteka xwe tên û dikevin nav vê jiyane.

Di berdewam de jî, ew kesên dijî bûyîna zarokane û van hizra diparêzin, bi xwe jî tam û çêja vê jiyanê bi zêdeyî derdixin û dijîn...
...