Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Çavdêrî çi ye?

+1 deng
50
30 Adar 2015 Di beşa Civaknasî de Ali Gurdilî (5,520 nirx) pirsî
Çavdêrî çi ye?

1 bersiv

0 deng
30 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da

Ji aliyê lêkolîner ve şopandina bûyerên sosyal. Bi armanca bidestxistina daneyan pêk tê û bi du şeklan tê bikaranîn û sepandin. 

1- Çavdêrîya Xwezayî: Ji aliyê lêkolîner ve beyî ku tu bandûrê li derdora xwezayî bê kirin, bûyer tê şopandin. Di vê çavdêrîyê de lêkolîner nasnameya xwe ya zanistî, eşkere dike. Alîyê neyînî yê vê çavdêrîyê ew e ku, dema mirov bizanibin ku ew ji aliyê lêkolînerekî ve têne şopandin, dikarin wek şanogeran bileyîzin. Ango, dikarin xwe bi şeklekî din nîşan bidin. Bêguman ev yek jî, dikare ewlebûna lêkolînê bixe xeterê. Mînak: Ji aliyê lêkolînerekî ve şopandina daweteka li gundekî… 

2- Çavdêrîya Beşdar: Çavdêrîya ku bi beşdarbûna bûyerê pêk tê. Di vê cure çavdêrîyê de lêkolîner, nasnameya xwe ya zanistî vedişêre û tevlî bûyerê dibe û bi vî awayî bûyerê dişopîne. 

Xwezayîtiya bûyerê xira nabe. Lê xetereka vê çavdêrîyê jî heye, ku ew jî ev e: Lêkolîner dibe ku di bin bandûra bûyerê û koma (grûba) ku dişopîne de bimîne û neterefgirîya (nesneltîya) xwe winda bike. 

çavkanî: http://www.felsefevan.org/cavderi-3.html

...