Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Salihê Heydo kî ye? kîye?

0 deng
5
30 Tîrmeh Di beşa Navdar de Hertişt (24,620 nirx) pirsî
Salihê Heydo kî ye? kiye?

1 bersiv

0 deng
30 Tîrmeh Hertişt (24,620 nirx) bersiv da
SALIHÊ HEYDO DERWÊŞÊ FOLKLORA KURDÎ

Navê wî Salihê Heydo ye, bi eslê xwe ji bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê û dilsozê folklora kurdî ye. Ev dilsoziya wî ewqas kûre ku 40 salên xwe di ber de dane û stran, çîrok, gotinên pêşiyan û nimûneyên cil û bergan kom kirine. Li gorî wî folklor dîroka gelan ya nenivîsandî ye û dibêje ku, her gelekê dîrokek folklorîk, yek jî ya ku hatiye nivîsandin, yanî ya xelkê nivîsandî heye. Heydo, dîroka folklorîk wekî, “dîroka rasteqîn” dîroka nivîsandî jî wekî, “Hertim rast nabe, li gorî berjewendiyên desthilatdaran tê nivîsandin, loma hemû gel venabêje” binav dike.

‘KAREKÎ PÎROZE’

Salihê Heydo li gorî vê pênasekirina xwe dîroka gelên bindest ên wekî kurdan jî, wekî dîroka ji aliyê zordaran ve hatiye nivîsandin binav dike û dibêje ku, bindest di vê çarçoveyê de hatine înkarkirin û tunekirin. Heydo li hemberî vê yekê girîngiya “dîroka folklorîk” bi gotinên wekî, “Mirov êş, elem, xweşî, nexweşî, rihê gelê xwe, heskirina wê ya jiyanê û azadiyê bi folklorê nas dike, her wiha mirov gelê xwe bi folklora wî nas dike. Bav û kalan ev zul û zor, xweşî û nexweşî bi vê folklorê vegotine û heta îro anîne. Di stran û dawetan de jî ev xuya dike” tîne ziman û ev wekî sedema xebata xwe nîşan da. Heydo ev xebata xwe jî wekî, “karekî pîroz” dîtiye û destpê kiriye.

40 SALAN DOMAND

Salihê Heydo ku di sala 1970’yan de dest bi xebata xwe kir û 40 salan domand, destpêkirina komkirina berhemên folklora kurdî bi van gotinan anî ziman: “Ez di nava malek folklorîk de mezin bûm. Wê çaxê radyoya Êrîvanê û dengê Tehrana biçûk ên kurdî hebûn. Min ew guhdar dikirin. Her wiha di rojên şahî û cejnan de keç û xortên gund hemû li mala me kom dibûn, şahî dikirin, govend girêdidan, keyf dikirin, me bi hev re stran digotin. Vana bandorek gelekî mezin li ser min çêkir. Bavê min jî alîkariya min dikir, baweriya min zêdetir kir.”

Xebata Heydo Li Amudê ji mala wî destpê dike û piştre li gundê wî û gundên derdorê dom kirin. Destpêkê gotinên pêşiyan kom kirin, piştre jî stran û çîrokan, her wiha metelokên zarokan û cil û bergan kom dike. Piştre ji Geliyê Çeqelan heta Ava Mezin, herêma Dêrika Hemo, Çilexe, Tirbespiyê, Qamişlo, Amudê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Kobanê û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê digere û hemû nimûneyan berhev dike. Heydo piştî Rojavayê Kurdistanê li Başûr û Bakûrê Kurdistanê jî vê xebata xwe dimeşîne. Heydo diyar kir ku, ew bi salan neçûye mala xwe, lewre jî dayîka wî ji derdora xwe re gotiye, “Heke we Salih dît bêjin bila rojekê jî bibe mêvanê mala xwe.”

BI HEZARAN BERHEM KOM KIRIN

Salihê Heydo di nava gerên xwe de, di nav de stranên folklorîk, ên govendê, dîrokê, paleyî, qirşan, destarhêrandinê, conîqutê, hurîzî, kirîtiyê jî heyîn, bi tevahî 3 hezar stran, 4 hezar gotinên pêşiyan, 900 çîrok û metelokên zarokan û ji gelek herêman nimûneyên cil û bergên kurdî kom kirin, wêneyên wan kişandine. Her wiha herêmên ku çûyê, jin li dora xwe kom kirine, wî stran gotine û jinan lê vegerandiye. Ev jî hemû kişandine kamerayê û piştre di 100 CD’yan de bicîh kirine. Heydo dibêje ku bi vî rengî ew çûne 100 sal beriya niha û wekî ku ew roj jiyan kirine.

HEMÛ ŞÎROVE KIRINE

Heydo qîma xwe bi komkirinê ne aniye û hemû stran, cil û berg û çîrok şîrove kirine, ango serpêhatiya wan nivîsandine. Hedo strana bi navê “Hey lê Gulê” di sala 1974’an de ji bavê xwe bihîstiye û 6 sal beriya niha şîrove kiriye û serpêhatiya wê wiha vegot:

“Hey lê Gulê Gul dêranê,

Li te mihacira behra Wanê

Uris hat ji Kaxizmanê

Eşîr dan ber talanê

Uris hatin û rûniştin

Gule li ser gulê maliştin

Gog û beranên me kuştin

Uris hatin çok şikandin

Gule li ser gulê barandin

Kum û koloz kundirandin

Uris hatin ser bênderan

Tev qazana wa eskeran

Hiş xist nava Heyderan

Ev dîrokek xwîndar dibêje. Dêran tê wateya ku ji eşîrekê, ji gundekî yan jî ji malbatekê tenê yek filîtî be. Di vir de xuyaye ku ji malbat, gund an jî eşîrekê tenê Gulê xilas bûye. Bi gotina ‘mihacira Behra Wanê’ nîşan dide ku Gulê ji wir mihacir bûye. Her wiha stran dibêje ku, Uris ji Kaxizmanê ku dikeve sînorê Bakûrê Kurdistanê û Kafkasyayê hatine û eşîr tev talan kirine. ‘Çok şikandin’ nîşangirtine. Leşkerên Urisan nîşan digirin û guleyan li kum û kolozê eşîra Gulê direşînin. Di gotinên din ên stranê de jî behsa talankirinê dike. Herî dawî jî dibêje ‘hiş xist nava Heyderan’ bi vê gotinê xuyaye ku Gulê ji eşîra Heyderane. Ev stran nîşan dide ku bûyer, di şerê yekemîn ê cîhanê dema Urisan Kurdistan dagir kiriye de pêk hatiye. Wekî tê zanîn wê demê bi hezaran Kurd jî hatibûn kuştin û koçberkirin.”

CILÊN ZILAMAN ÇELENGIYÊ NÎŞAN DIDIN

Li gorî Heydo cilên zilam û jinan jî her yekê wateyek xwe heye. Heydo wateya cilên zilaman wiha rave dike: “Cilên zilaman ango Şal û Şapik nîşaneya Pilinge. Dema ji pişt ve li kesekî ku ev cil xwe kirine û destên xwe vekirine bê nêrîn, wekî xeta pişta pilingan dixuye. Baskên Şal û Şapikan jî dema tên girtin wekî lepên Pilingan dixuyin. Kum û kolozên zilaman jî wekî serê şêrane. Şutik nahêle ku mirov zû birçî bibe, her wiha di zehmetiyan de wekî weristan jî tê bikaranîn. Yanî girêdana cilên kurdî li gorî erdnîgarî û şertên wê ne. Her wiha çelengî û mêraniya wan nîşan didin. Li herêmên çiyayî cilên zilaman şidyayî û dişibin pilingan ên deştê zêdetirîn kirasin û fireh in.”

XIFTAN SEMBOLA KEVOKÊ YE

Wateya cilên jinan jî Heydo wiha pênase dike: “Bi giştî wekî kevokê ye. Li Rojavayê Kurdistanê piranî wisa ye. Em vê bi dewleta Mitaniyan ve girê didin. Sembola Mitaniyan jî kevok bû. Lewendiyên cilên jinê wekî baskên kevokê ne, xeftan ji piştve wekî dawiya kevokê ye. Dema xeftan tê girêdan jî wekî singa kevokê dixuye. Girêdana serî jî, bi 2 şiklane. Yek wekî qumriyê yek jî wekî kevokê ye.”

Li gorî Heydo hemû stran, gotinên pêşiyan serpêhatiya kurdan nîşan didin û çîrok û metelokên zarokan jî tecrubeyên jiyanê nîşanî zarokan didin, di heman demê jî wekî perwerdeyek jiyanî ne. Heydo anî ziman ku, neçûye cihên wekî Serhedê û Rojhilatê Kurdistanê û dixwaze biçe wan deran jî.

27 PIRTUK HATIN ÇAPKIRIN

Salihê Heydo gelek berhemên ku komkirine birine Başûrê Kurdistanê û teslîmî Enstîtuya Çandê ya Silêmaniyê kirine. Ji vana 18 pirtûkên folklorê, 4 pirtûkên çîrokan û 5 pirtûkên zarokan hatine çapkirin. Li cem wî hîn gelek berhemên nehatine çapkirin mane. Lê ji ber ku destûr nehatiye dayîn nekariye berhemên xwe hemûyan bîne Rojava.

‘BILA BIBIN MALÊ GEL’

Heydo diyar kir ku, heta niha li Rojavayê Kurdistanê saziyên çandê bi awayekî cidî bi wî re neketine nava danûstandinê, lê hêvî dike ev danûstandin çêbibe û daxwaza xwe bi van gotinan anî ziman: “Yanî çima ez mecbur bibim ku pirtûkên xwe li Başûr çap bikim. Pirtûkên min li Başûr hatine çapkirin lê nikarim bînim vir, ji tirsa min li mala xwîşka xwe hiştine. Ger ku alîkariya min bê kirin, ez dixwazim vê xebata xwe hemûyê wekî arşîvekê di xizmeta gelê Kurd de bikar bînim. Sazî alîkariya min bikin ez dikarim vê xebata xwe bidomînim jî.”

SALIHÊ HEYDO KÎ YE?

Salihê Heydo li gundê Hesê Îso yê girêdayî bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Dibistan heta pola 9’an xwendiye û piştre ne domandiye. Niha li bajarê Hesekê rûdine. Di ber komkirina stranan de, helbest jî nivîsandine. Heta niha dîwanên wî hatine çapkirin, 4 jî li benda çapê ne. Çend berhemên wî evin: Kê Ferat (1985), Birîna Kur (1988), Serpêhatiya Tomazê Kildanî (1994), Evîna Welat (1997).
 
Çavkanî: http://avestakurd.net/blog/2012/12/13/salih-heydo-derws-folklora-kurd/
...