Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Yehya Silo, Yahya Silo kî ye?

0 deng
54
17 Îlon Di beşa Navdar de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Yehya Silo kî ye?
Yahya Silo
Jiyana Yehya Silo
Berhemên yehya silo

1 bersiv

0 deng
17 Îlon Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
Nivîskarê wenda !...

Dilnas BERAZÎ           
Şehîdé zindî, nivîskaré wenda, hunermendé bêxwedî Yehya Silo kî ye ?...Ew  30 sal e, di nava tekoşîneke mezin de ye. Ew  bérawestan, hîn jî wekî kedkarekî doza kurdî dixebite .Ew xwedîyé sé berheman, bavé sé zarokan , sésed tablo ü bi sedan karikator e.
Ew di sala 1966 de li gundê Ahrezê 25 km li bakurí bajarê Heleb ( aleppo) hatiye dinayê. Wî dibîstana xwe seretayî li gund û ya navendí ù zanîngeh jî, li bajarê Heleb xwendî ye. Ew jî, wekí her ciwanekî kurd di xurtaniya xwe de kete nav bayê sîyasetê  û jibo ku gotinên xwe tenê wekî banga mela di kulanan de nemînin, di dawiya salên  heştēyan ( 1988) de,  çeka xwe hilgirt û wekî şervanekî  doza kurdí berê xwe da çiyayê Herekola Mîran.
Yahya Silo yê şervan, fermandar,siyasetvan, tekoşer û nivîskar heya roja ku şer sekinî ; ango agirbes ji aliyê reberê pkkê, birêz Abdelah Ocelan ve hat ragîhandin, ew bêrawestan çiya bi çiya, newal bi newal , li gund û bajaran jibo doza welat xebitî. Di nava van salên dijwar de, dema ku wî derfeteke biçúk jî jibo nivísandinê didît , hema ew kêlîyên jiyanê wekî wêneyekê tomar dikirin. Di hemû wêne, kariketur û berhemên Yahya Silo de, mirov sîya jiyaneke rasetqîn dibîne. Ew  di hemû berhemên xwe de, qet cih nade xiyalên xav. Di berhemên wî de, jîyana rojane diyar e, ya rast ew wêneyên  jîyana rojane Tomar dike. Him di tablo , wêne û karikaturên wî de,  him jî, di berhemën wî ye niviskí de, janên jiyana rojane têde diyar in. Di her rawestgehekê de, dema ku her şervanekî dixwest behna xwe vede,an çavên xwe  bi xewê nerimbike, wê Yahya silo ji para xewa xwe ,an jî, ji para xwerina xwe, pênúsa xwe hilgirta ú  ew kêlî zindí bikirina.
Duyemîn berhema nivîskar Yahya Silo di sala 1998 bi navê Rojaneyên Şervanekî hate çapkirin. Berhema wî ye yekem ya bi navê Rojjî Bibend e , di sala 1988 nivisandibú heya niha jî, hina wenda ye.
Sêyemín berhema nivîskar Yahya Silo ya bi navê  Zimanê çiyan di siyaset û diplomasiya kurdan de, di sala 2013 de hate çapkirin.
Berhema wî ye çaremîn, romana   bi navê  Vejîn di berqefên çiyan de, di sala 2017 de hate çapkirin.
Yahya Silo ji sala 1988 ú heya niha di gelek rojname ú kovaran de, nivîs û gotarên xwe weşandine. Ne tenê nivîs, her weha wî bi çêkirina berg û wêneyan jî, ev kovar û rojname dixemilandin.  Wî bi kovara TOREVAN ya ku romannivísê kurd Jan dost û rojnamevan Dilbixwîn Dara sernîvîseriya wê dikir di sala 1988 de, dest bi vî karî kir û heya niha bi dehan wêne û berg jibo pirtûk, kovar û rojnameyan çèkirine.
Di sala 2000 î de, Yahya Silo vegeriya rojava û li rex karê xwe yê jibo debara jîyanê, karê nivîsandin, wênevanî ú çêkirina karîkaturan dixebitî. Her çende zext ú fişarên dewletë li ser wî kêm nebûn, lê ew di nava van salan de tevlî gelek kom ú komcivînan dibû. Di 29 hezirana sala 2005 de, li gel  Sehîd Mişel Temo û Sehîd Mehsûm Omar Kaka û çend hevalên xwe ye din , Partiya Şepola Pêşeroja Kurd li Suriyê damezrandin.
Ji sala 2008 an ú şûn ve, ew li welatê Almanya li bajarê Düsseldorf  niştecih bû û li wir li gel malbata xwe dijî. Ew niha yek ji endamê komela wênevanên wî bajari ye ú wekí mamuste waneyên karìkatur dide şagirtan. Ew heya niha beşdarî bi dehan aheng ú pêşengehên wêne ú karikaturan búye.
Ev çend gotin bûn di derbarî kurtejiyana Yahya Silo de. Birastî mirov şaş dimîne çi navî li ser Yahya Silo denyîne. Ew wekî mirovekî pirhinir tê nasîn. Di her pêşeyê xebata xwe de, wekî pêzo dixebite. Em hîn ji wêneyên wî têr nebûne, ew komek karîketur xêz dike. Me hîn pirtûka wî ye siyasî bi dawî nekiriye, ew romaneke ji mijarên herî girîng di civaka me de dinivisîne.  Em li ser tabloyên wî diramin , wî duh dest bi afrandina heykelên ji daran kiribû. Bi kurtî , em kanin bibêjin ; Yahya Silo di civaka me de, mirovekî pirhinir e, lê mixabin ku bêxwedî ye… lewma jî, min navê nivîskarê wenda li ser danî…
Nivîsa tê, ez e tenê li ser naveroka Romana Yahya Silo ya bi navê "Vejin di berqefên çiyan de " binivisînim.
...