Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Çiyayê Agirî çiye û li kuye?

+1 deng
26
29 Adar 2015 Di beşa Şûn û War de Hertişt (24,360 nirx) pirsî

1 bersiv

+1 deng
8 Nîsan 2016 Mehmet Özer (460 nirx) bersiv da
8 Nîsan 2016 Hertişt ji nûve hate pêşandan
 
Bersiva herî baş
Ji bo peyda kirina hinek agahiyên nû û bi meraqa ka li ser Çiyayê Agirî çi nivîsîne min ev sernavê "Çiyayê Agirî, çiye û li ku ye?" tikand.

Ez ne li benda pirseke wiha bûm ku bersiveke kêrhatî bidim lê bila deynê stuyê min be ku bi berfirehî derheqa Çiyayê Agirî de bi berfirehî nivîseke danasînê pêşkêş bikim. Çiyayê Agirî; bilintirîn çiyayê Kurdistan û Ewropayê ye, warê Serhildana Şerê Agiriyê ye, erdnigariyeke pîroz û efsûnî ye ku bi heyîyên xwe têra jiyaneke tekûz û bê kêmasî dike. Bi kurtî, bêyî ku hewcedarê erdnigariyeke din bibî bi salan li ser Çiyayê Agirî domandina jiyanê pêkane ye!
8 Nîsan 2016 Hertişt (24,360 nirx) şirove kir
Dest xweş. Rastî pêdiviya hemî Kurdan bi wê yekê heye hemî şûn û warên xwe bi berfirehî û Kurayî bizanin û binasin.
Çavkaniyên heyî an tengin an jî bi çav û awirê dagirkerane. Bo wê yekê dazanînek li ser çiyayê ji aliyê we ve, dê bibe karekî hêja. Her hebin.
...