Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Nizamettin Akkurt, Selî kî ye? Kiye?

0 deng
21
10 Befranbar 2017 Di beşa Navdar de Hertişt (24,430 nirx) pirsî
Nizamettin Akkurt, Selî kî ye? Kiye?
Berhemên Nizamettin Akkurt

1 bersiv

0 deng
10 Befranbar 2017 Hertişt (24,430 nirx) bersiv da
Rewşenbir û têkoşerê Kurd Nizammettin Akkurt koça dawî kir

Nivîskar, zimanzan, wergerê Kurd, qunciknivîsê malpera Kurdistan Post Nizamettîn Akkurt / Nizamedîn Akkurt 09.12.2017 salê li welatê Siwêd koça dawî kir.
Nizamedîn Akkurt bi cureyekî giran yê Penceşêrê ketibû.
Li gorî zanyarîyên ji bijîşkan hatî girtin, di dema şer de ji aliyê dagirkerên tirk ve çekên jehrî hatine bikaranîn û di nava demê de jehrê nexweşiya penceşêrê pê xistiye û giran kiriye.
Nizamedîn Akkurt, di sala 1968’ande li gundê Bêkendê ku bi Msirca Sêrtê  ve girêdayî ye, ji dayik bûye. Dibistanê li gund û navçeya Misircê xwendiye. Ûnîversîteyê li Stenbolê beşa Medyayê xwend, lê ji ber xetereyên jiyanî, hestên welatperwerî û şoreşgerî zanîngehê di nîvî de dihêle û tevlî gerilla  dibe. Demeke dirêj bi navê Selî di refên Gerilla de şerê çekdarî dimeşîne.
Serokê koma wergeran (PKK) bûye, edîtoriya kovarên weke “Dengê Amed” û “Bergeh” kiriye. Li wargeha Maxmûr di rojnameya “Maxmûr Rojev” de weke qunciknivîs xebitiye. Pişt re jî di sala 2004'an de ji nava refên gerîlla îstîfa xwe bi fermî daye û veqetiyaye.
Piştî jiyana gerîllatî li welatê Siwêd jiyana xwe domand. Li vira jî kar û têkoşîna xwe ya Kurdewarî berdewam kir. Çend berhemên hêja yên bi Kurdî û li ser zimanê Kurdî weşandin.
Ji bilî du pirtûkên zimanê tirkî, Nizamettin Akkurt îmze avêtiye çend pirtûkan. Di nava pirtûkên wî de roman, helbest, muzîkal, pexşan û lêkolîn hene. Hinek ji pirtûkên wî ev in: Zagros 1 (çirok), Zagros 2 (öykü), Çîroka Du Ezîzan (helbest), Vejîn (helbest), Nivîsa Qafikên Entîke (pexşan), Binefşî Heyamên Veqetînê (helbest), Kevalên Tenişta Jiyanê (pexşan), Gedeyê Şîrîn (roman), Xwedavendên Wenda (helbest), Maxmûr Dişewite (lêkolîn), Vejîn 2 (muzîkal), Rastnivîsîna Kurdî (gramer-rêpîvanên rastnivîsandinê..
Di sala 2005a de Nizamedîn, tevî prof. Knyazê İbrahim li Qazaxistanê li ser pirtkên “Zimanê kurdî” (pirtûka dibistanê ji bop ola 2-5 û 6-9) kareke bêhempa meşandiye.
Nizamedîn endamê Pena Kurd bû. Ew bi hevjîna xwe Serpîl Kilinc, zarokên xwe Asmîn û Berken re li Swedê dijiya.    
Em wek koma xebatkarên Kurdistan Post, ji malbata Nizamedîn Akkurt re, xwîşka Serpîl û Asmîn û Berken re aramî dixwazin.
Serê me sax be.
Koma Kurdistan Post.

Hejarê Şamîl
...