Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Bizavdariya Civakî çi ye?

+1 deng
63
30 Adar 2015 Di beşa Civaknasî de Ali Gurdilî (5,520 nirx) pirsî
Bizavdariya Civakî çi ye?

1 bersiv

0 deng
30 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da

Ji ber sedemên cihêreng, di nav tebeqeyên civakî de cihguherandina şexsa ye. Ev cihguherandin, carinan ji bo demekî û carinan jî, bi awayekî domdar pêk tê. 

Du Texlîdên Bizavdarîya Civakî Hene.. 

1- Bizavdarîya Berwarî 

Bizavdariya ku di heman tebeqeyê de tê dîtin e. 

Ev Bizavdarî jî Du texlîd e…  

A- Cîhguhêzî (Bizavdarîya berwarî ya ku di qada coxrafîk de tê dîtin.) 

Ji cîhekî ber bi cihekî din ve cîhguhêzîya şexsa ye, ku di statûya wan de ferqeka mezin dernakeve holê. Ev cîhguhêzî, dibe ku ji bo demeka kurt be, an jî ji bo demeka gellek dirêj be jî. Carinan jî, bi awayekî domdar pêk tê. Mînak: Betlane, geşt, perwerdehî, qurs, ji gund koçkirina bajêr û hwd… 

B- Karguhêzî (Bizavdarîya berwarî ya ku di qada jiyana sosyal de tê dîtin.) 

Ji hêla prejtîjê ve, an jî di nav statûyên nêzîk de, çûn û hatina şexsa ye. Mînak: Memûrekî şaredarîyê, dema ku derbasê memûrtîya benqeyekê bibe, dema ku mamosteyek bibe serkarê dibistanê û hwd… 

2- Bizavdariya Tîkane 

Ji derbasbûna jêr û jor, ya di nav tebeqeyan de re tê gotin. Şexsekî ku bizavdarîya tîkane pêk bîne, di statû û şert û mercên wî yên jiyanê de guherînên girîng pêk tên. 

Mînak: Dema ku mamosteyek bibe mebûsek, an jî dema ku karkirek bibe karsazekî mezin. Bizavdarîya tîkane, di dawîya salên dirêj û bi kedeka mezin pêk tê. Wek ku xortekî gundî, bixwîne û bibe endezyarekî mezin an jî karsazekî girîng.  

Bizavdarî: Hareketlilik

Ali Gurdilî

[email protected] 

çavkanî: http://www.felsefevan.org/bizavdariya-civaki-2.html

...