Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Newşîrwan Mistefa kî ye?

0 deng
65
19 Gulan Di beşa Navdar de Hertişt (23,610 nirx) pirsî
Newşîrwan Mistefa kî ye?
Newşîrwan Mistefa serokê kîjan partiyê bû?
Newşîrwan Mistefa kengî bûye?
Newşîrwan Mistefa kengî wefat kir?
Newşîrwan Mistefa kengî koça dawî kir.

1 bersiv

0 deng
19 Gulan Hertişt (23,610 nirx) bersiv da
Newşîrwan Mistefa sala 1944 li Taxa Serşeqam (Berxaneqa) ya bajarê Silêmaniyê ji dayik bibû û xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Silêmaniyê bi dawî kiribû.

 

Sala 1967ê li Fakuleta Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Bexdayê xwendina xwe berdewam kiriye û lîsans wergirtiye.

 

Newşîrwan Mistefa di destpêka salên 1960î ya sedsala bihorî de, dest bi çalakiyên siyasî kiriye û yekemîn rawestgeha jiyana wî ya siyasî di Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê de bûye. Di navbera salên 1963 û 1964 de bûye endamê Sekretariya Yekîtiya Xwandekarên Kurdistanê.

 

Sala 1967ê bûye endamê şaxeya Silêmaniyê ya Partiya Demokrata Kurdistanê-Baskê Polîtboruyê.

 

Herwiha di sala 1969ê de xwedî îmtiyazê Kovara Rizgarî bûye.

 

Di destpêka salên 1970î de çûye Nemsayê û masternameya xwe di Yasaya Navdeweltî li wî welatî bi dest xistiye.

 

Yek ji damezrênerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û heta sala 2006ê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bûye.

 

Di sala 2006ê de dest ji karê hizbî di nav refên YNKê de anî û paşê şîrketa Wûşe (bi wateya peyv) damezrand.

 

Di sala 2009ê de ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê lîstek bi navê Goran pêk anî.

 

Xwediyê çendîn pirtûkan di warê siyasî, dîrokî û edebiyatê de ye.

 

Sala 1981ê jiyana hevjîniyê pêk aniye û bavê du kuran bi navê Nima û Çiya û keçekê bi navê Çira ye.

Newşîrwan Mistefa ji sala 2009 ve heta dema wefata xwe di 19ê Gulana 2017ê de Serokê Giştî yê Goranê bû.

 

Noşîrwan Mistefa îro (19.05.2017) dema 8 ê sibê koça dawî kir.
...