Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Avahiya Civakî çi ye?

+2 deng
58
30 Adar 2015 Di beşa Civaknasî de Ali Gurdilî (5,520 nirx) pirsî
Avahiya Civakî çi ye?

1 bersiv

0 deng
30 Adar 2015 Ali Gurdilî (5,520 nirx) bersiv da

Ji tevahîya sîstematîk ya rasteqînîyên civakî yên maddî û manewî re ku ji tevahîya têkiliyên civakî, komên civakî yên ku di encama têkiliyên civakî de dertêne holê, bûyerên civakî û sazîyên civakî pêk tê, avahîya civakî tê gotin. 

Taybetmendiyên Avahîya Civakî 

1-Avahîya civakî, li gor her civakê diguhere. Ango, di her civakê de xwediyê taybetmendiyên cihêreng e.

2-Avahîya civakî, dînamîk e. (Her dem diguhere.)

3-Avahîya civakî di bin bandûra şert û mercên erdnîgarîyê de dimîne û bi vî rengî jî şekil digre.

4-Hêmanên avahîya civakî yên maddî û manewî, her dem ji hevdu ketumet dibin. Ango, bandûrê li hevdu dikin.

5- Guherîneka ku di hêmaneka avahîya civakî de pêk tê, bi demê re bandûrê li yên din jî dike. 

çavkanî: http://www.felsefevan.org/avahiya-civaki.html

...