Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Hozan Dilgêş kî ye?

0 deng
185
12 Adar 2017 Di beşa Navdar de Hertişt (24,360 nirx) pirsî
12 Adar 2017 Hertişt rastkir

Hozan dilgêş kî ye?
Dilgêş

3 Bersiv

0 deng
12 Adar 2017 Hertişt (24,360 nirx) bersiv da
Hozan dilgêş Hunermendekî Kurdê Êzdîye. Di sala 1952 yê de li gundê Fisqînê ya ser bi Nisêbînê ve bûyîye.
Bi tembûra xwe, sitranên xwe û dengê xwe ji sala 1978 an pê ve bandoreka kur di warê hestên netewî û Kurdewarî de li ser Kurdan kir.

Hozan dilgêş tembûr ji bavê xwe hîn bû. Ji kilasîkên Kurdî bohatî wergirt lê bêhtir sitranên xwe bixwe lêkirin.

Hozan dilgêş ji ber nexweşiya şekir û êşa zirav demeke dirêj li nexweşxaneya Sarbruckena Elmanyayê ma. Paşê ji bo nexweşxana Bielefeldê hate veguheztin. Di dema nexweşxanê de herdû çongên wî hatin jêkirin. Di vê demê de Hozan dilgêş ji mêvanên xwe re dida diyarkirin ku bi dehan sitranên wî yên nû hene, lêbelê ji ber vê nexweşiyê nikarê wan bixwîne.

Hozan dilgêş, xwedanê "Piçûkê canê, "Muxtaro" û 9 kasetên sitrana û bi milyonan hezkirî îro (12.03.2017) ji nav me koç kir.
0 deng
12 Adar 2017 Gûla Çîya (340 nirx) bersiv da
Hunermend Dilgeş, xwendingeha hunera protestokirinê
( 1952 – 12.03.2017 )

Di rûyê wî de herdem keneke sirîştî hebû. Qedernas bû û ji wê jî zêdetir bihayekî pir giran dida wan kes û saziyan ku bi çavekî bilind qedr û qîmeta hunera wî dizanîn. Roja 09.04.2007an bû ku ez bi du hevalên TVyê re li bajarê Sarbruken(Almaniya) li mala hunermend Dilgeş bûn. Dema min jêre got emê wek” navdarekî Kurd” hevpeyvîneke dirêj bi tere çêbikin û di TVyên Kurdî de yê bê weşandin, li me nêrî, girnijî û tije çavên wî hêsir bûn. Piştî ku bi dilekî tije soz razîbûna xwe ji vê xebata me da xuyanîkirin wiha got:” Bi Şêx Adî û Laleşa nûranî min texmîn dikir ku êdî ez hatime ji bîr kirin û di bîra kesî de nemame. Ez nizanim bi kîjan peyvan dikarim vê qenciya we beyan bikim...”
Dilgeş 65 salan jiya, lê ji roja ku xwe nas kir li kêleka şoreşgerên doza Kurdistanê bû. Dengê wî jiyaneke nû dida wan kesên ku îmana wan bi azadiyê re hebû.
Ez ji bo Dilgeş xemgînim, lê bawerim ew bi dilekî rihet ji jiyanê veqetiya. Kar û xizmeta wî hate teqdîr kirin. Bername li ser jiyana wî hatin çêkirin û hunermend, sazî û kesayetiyên Kurd li dora wî kom bûn û dema ku ew bixwe jî amade bû li ser gelek aliyên jiyanî wî axivîn. Ji ber wê jî ez nikarim ji bo Dilgeş bêjim ku Kurda derheqa wî da kêmasî kirin û nikarim bêjim:” em zindîkujên mirîperestin ”.
Hozanê doza rewa Dilgeşê dengxweş û zana heya sax bû hereketeke herî mezin a Kurdistanê li pişta wî bû. Elbete ew jî kedkarekî wê hereketê bû û mîna hinek kesên durû, sextekar û berjewendî perest her roj bi sazekê nedireqsî. Baweriya wî bi serkeftina doza Kurdistanê bêdawî bû. Di salên herî dijwar yên jinana Kurdan de Dilgeş bû dengê gelê xwe li hemû Kurdistanê.
Oxira te ya xêre be mamostayê nemir...
KAKŞAR OREMAR 12.03.2017
0 deng
12 Adar 2017 Hertişt (24,360 nirx) bersiv da
Hozan Dilgeş ne mir e.
Sal 1979 bû. Ez li ser navê rêzistina xwe Rêxistina Netewayê Kurdistanê bi awayekî perefesyonelî li Îskenderûnê (bajarekî tirka ye) bi cih bû bûn ku kar û xebata rêxistinê bikim, karker û kesên ji kurdistanê li (RNK-KUK) wir bi cih bûne bikin endam an jî tereftarê rêxistine xwe.
Bi rastî jî yê wê demê û xebatên min li vir bi bîr binin min xebateke hêja kir. Tam di wê demê de daweta kurekî hevalekî ku nû min kiribû endam dê çi biba.
Loma jî min kar û amadekariya dawetê da ser xwe. Ji ber wê min xwest em bi hemû hêza xwe ya kulturî bikevim Îskenderûnê da ku kurdistaniyên li wir hêza me bibînin.
Ji ber vê min xeber şand da ku hevalên me ji bona dawetê nemir Dilgêş û çend kesên din bişînin da ku em li wir weke rêxistin xwe rê bidin ku em xwedî hêz in û weha jî bû.
Berî dawetê bi rojekê Dilgeş û koma pê re hatin. Min û hevalên wir ew li Iskenderûnê gerandin. Dûre hinan xwest bikevin behrê xwe hênik bikin.
Dilgeşê nemir li kêleka min bû hema yek ser li min nerî û got:
-Bûbê yê bra de ka ji min re jî Mao yekî bikirin lo.
Ez şaş mam min got Mao yê çi Dilgeş tê çi bike ji mao ew serokê çînê bû û niha ne li jiyanê ye.
Hinekî berxwe ket û got:
-Bra hevalên bikevin behrê min xwest ez bi wan re bikevinê lo. Dûre min mebesta wî fêm kir ku ew na Mao mayo dixwaze.
Me daxwaza wî pêk anî û roja dawetê jî wî bi dengê xwe yê xweş û bi tembûla xwe  ya delal îskenderûn hejand.
Bila cihê wî bihuşt mekanê wî tim ronî be.

Bubê Eser
...