Hûn bi xêr hatin! Her pirsa di serê we de hun dikarin bipirsin, ji bo pirsên endamên dîtir kirî bersivan binivîsin an jî zanyariyên dîtir parve bikin.

Ali Beltir kî ye? Kiye?

0 deng
94
9 Sibat 2017 Di beşa Navdar de Hertişt (24,500 nirx) pirsî
Ali Beltir kî ye? Kiye?

1 bersiv

0 deng
15 Sibat 2017 Hertişt (24,500 nirx) bersiv da
Alî Beltir lawikê çiyayên asê yê piştî Karêrê. Mirovê kamil, mirovê bi giyana xwe ve girêdayiyê welêt û zimanê kurdî. Mirovê bi prensîb. Mirovê hezkirî û hevalê zarokên kurd. Mirovê fêrê kurmancî bû û kurmancî da fêrkirin, wekî findek vemirî, bû hulmek û berê xwe da diyarê wek dilopek ava jiyanê jê hatî. Em bi xemgînî û bîranînên xwe yên bi rûmet ve hîştin.

Alî Beltir 15.07.1946 li mezra Darbî ya girêdayiyê Gêxiya Çewlîgê (niha girêdayiyê Azapêrtê (Adakli)  ye, hatî dunê. Dibistana seretayî bi tevê Mehmet Karasungur li gund dixwîne. Dibistana navîn amadeyî jî li Çewlîgê diqedîne. Li Zanîngeha Erzurimê beşa Filologiya zimanê almanî diqedîne. 1973 an de dizewice û tê Almanyayê. Berê di dibistanên almanan de dersa almanî dide zarokên biyaniyan. Bi tevê mamosteyên demoqrat û çepgirên tirk komala mamosteyên Saksonya jêrîn (ASTÖF) dadidemezrînin. 1975 an de di dibistana leşkerî ya Enqerê de wek mamostê dersên almanî leşkerî dike, li ji ber têkiliyên siyasi ji wê dibistanê tê dûrxistin. Di wê mijarê de fêm dike ku ji ber kurdbûna wî  ev anîne serê wî. Cardin vedigere Almanyayê. Di sala 1978 an de carê rastê Mehmet Karasûngûr tê, di bin karlêka wî de dimîne. Dema vedigere Almanyayê, dikeve nava hewldanan. Lê têkiliyên Tevgera Azadî ji 1980 pêve li Almanyayê berfireh dibe. Dema YRWK hate birêkxistin wî jî têkiliyê xwe bi YRWK re danî. Di nava ASTÖF ê de dest bi mijara dersên kurdî kir. Vê jî ew û çepgirên tirk ên şovenîst derxist rûbalên hev. Bi komeke hevalên xwe ve ji ASTOF ê qetiyan û KOMAK avakirin. Bi têkiliyên xwe yên brokratîk û keda xwe zimanê kurdî li Saksonya jerîn da pejirandin. Bixwe jî tevê qursên kurdî-kurmancî bû û fêrê kurmancî bû. Di sala 1995 an de li Hannoverê dest bi mamostetiya kurdî kir.

Ger di nava KOMAKê de ger jî di nava birokrasiya alman de bê navber piştgiriya Tevgera Azadî kir û ji ber ku keseke alîgirê yekitiyê bû, tim xwest ku bi YMKê re bixebite. Ji ber vê helwesta wî hin kesên fanatik û fêlxirab ji KOMAKê qetiyan. Bi şev û roj hewl da ku li her derê Saksonya jêrîn dersên kurdî werin dayîn. Li aliyekê jî di nava siyaseta alman de hewl dida ku koma dostên kurdan avabike herê dawî di nava  Gruba Dostaniyê ya Amed û Hannover de cihê xwe girt ku bikane pireyekê di navbera Amed û Hannoverê de ava bike.

Bê dibistanan jî hem di komalê de û hem jî di avahi û dibistanan gel ya bilind (Volkshochschulê) de dersên kurdî da. Her xwendekarên zanîngehan teşvîkê zimanê kurdî dikir. Bi dehan xwendekarên wî niha dikanin dersên kurdî bidin.

Min li derdora Hannoverê sê qursên rêzimana kurdî a akademîk dan, tim mil bi mil bi min re bû û bi zanîna xwe ya akademîk ji min re dibû alîkar.

Daxwaza wi ya herî mezin li welêt di zanîngeheke kurdistanî de dersên kurdî dayîn û azmûnê xwe pêşkêşî hempîşeyên xwe kirinbû. Wî ev daxwaziya xwe ragihand berpirsên  şaredariya Amedê. Lê tu bersiveke nehat dayîn. Gelek çîrokên bi almanî wergerand kurdî. Herî dawiyê pirtûkek renginî ji bo pola 5-6 an amadekir û xwest ji Rojava re bike diyarî.

Di van salên dawiyê de pir êşiya, li gel hin meriv û dostên xwe du birayên xwe li ser hev wenda kir, di mal de tenê bû. Têkili bi parlamentoya Saksonya jêrîn re danî bû hewl dida di nava parlamenteran de jî komeke dostaniya kurdan ava bike. Gelek kes amade jî kir, lê Mîrata pençeşêra pişikê ket pêsira wî, di dema tedawiyê de dilê wî ranegirt û ji nava me çû.

Wê Kekê Alî her û her  bi navê zêrîn di sûpelên perwerdeya bi zimanê kurdî de biji, lewra ne tenê ji bo Saksonya jêrîn, xebatên wî ji bo eyaletên din jî wek referens hate pejirandin. Min bixwe jî hin azmûnê wî di parlamentoya Hessenê de pêşkêş kiribû. Ji te re oxir be kekê Elî.


Fergîn Melik Aykoç.
...